Piştî ku komên çete çewlik vala kir, vê carê erebên eşîra Şerabiya êrîşî çewlikê kir. Şervanên YPG’ê di cih de bersiv da eşîra Şerabiye ya dagirker û wan jî ji wir qewirand. YPG piştî ku çewlik ji komên çete rizgar kir, radestî rêveberiya meclisa gel a ku 24 kesên ku nêvî jê Kurd û nêviyê din jî ji ereban pêk tê, kir.
Her wiha şervanên YPG’ê ji bo parastina herêmê bi hêzên asayîşê re li ser 4 riyên ku dikeve Tiltemirê noqteyên kontrolê danîn. Hat diyarkirin ku şervanên YPG’ê 2 riyên navbera Heleb û Serêkaniyê, hêzên asayîşê jî 2 riyên navbera Qomişlo û Hesekê kontrol bikin.
ANF/SERÊKANIYÊ