Nameye hişyariyê
Endamê Komîteya Têkiliyên Ewlekariyê ya YPG’ê Fewzî Silêman, derbarê hevdîtinê de agahî dan û diyar kir ku ew di civînê de li ser komên çete rawestiyan e. Silêman anî ziman ku bi taybetî li ser kiryarên kesek bi navê Xalid Heyanî ku li ser navê Artêşa Hur gelek koman birêve dibe û wekî kesayetek nayê qebûlkirin e, rawestiyan e.
Silêman, destnîşan kir ku di hevdîtinan de herdu aliyan li hevkiriye ku ji Heyanî re re nameyek hişyariyê bê şandin û got ku name jî wê ji aliyê Heyeta Şereî ya Meclîsa Leşkerî ya Bejahiya Helebê ya Artêşa Hur ve bê amadekirin. Silêman, got ger ku ev hişyarî li ber çavan neyê girtin, wê heyet biryara darizadinê bide.
Li bajarê Helebê piştî êrîşên rejîma Baas yên di 29’ê Adarê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşferiyê ku piranî Kurd lê dijîn, destpê kirin û hîn didomin, şêniyên taxê neçar mabûn koç bikin. Lê welatiyên ku ji ber êrîşan reviyan vê carê jî li ser riya Heleb û Efrînê ji aliyê komên çete yên girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ku xwe wekî Artêşa Hur dide nasîn ve hatibûn rawestandin û ji wan xerac hatibû stendin. Heman koman ji welatiyan di navbera 20 û 40 hezar lîreyê Suriyê de pere hatibû stendin.
ANHA/HELEB