
Li Serêkaniyê komên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve di 8-11-2012 ketin bajarê Serêkaniyê, pevçûn 3 caran di navbera yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Artêşa Hur rûdan. Piştî pevçûnên cara yekê peyman hate îmzekirn, lê komên çekdar cardî êrîşî gel kirin û bû sedem ku pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û Artêşa Hur rûbidin. Lê cara sêyemîn komên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve bi tang û çekên giran di 16’ê Çile de êrîşî gelê bajêr û şervanên YPG’ê kirin. Di encama bersivdayina YPG’ê de pevçûnên dijwar 15 rojan dom kirin, piştî ku komên çekdar bi sedan kuştî û birîndar dan, neçar man ku şûnde vekişin. Komên çekdar tenê li taxa Mehetê ya ku deriyê sînor têdeye man.
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd û muxalefeta Sûriyeyê li Serêkaniyê li hev rûniştin, gelek hevdîtin hatin lidarxistin û di encamêde duh peyamneke ji 11 xalan di navbera YPG’ê û Artêşa Hur hate îmzekirin. Di peymanê de ku herdû aliyan li ser lihev kirin wiha hate gotin: “Baweriya me bi Sûriya azad, gelê wê, xaka wê û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhatiyên wê tê. Nerîna netewî û şofînîst ji tu aliyan ve nayê qebûlkirin, yekirina hêza gel di şerê rumetê ya li dijî rêjîma Bass a şofînîst û nîjadperest, avakirina Sûriyeya azad bi bin durişmeya '”Sûrya ji bo hemû Sûriyane” û hemû pêkhatî bi mafên xwe yê rewa şabibin, li ser bingehê dîroka resen û şaristanî ya herêmê, Sûriyeyê bibe riya azadiyê. Herdû alî li Serêkaniyê li hev civiyan û li ser van xalan li hev kirin:
- Jinûve belavkirna hêzên leşkerî, valakirina bajêr ji hêzên çekdar bi temamî.
- Avakirina lijneyekê demî ji herdû aliyan karê wê çavdêriya peymana ku li ser hate lihevkirin.
- Ji bo rêvebiriya bajêr mecliseke herêmî ya sivîl ji hemû pêkhatiyên bajêr bê damezirandin.
- Deriyê sînor ji aliyê meclisa sivîl wê ve were birêvebirin.
- Meclisa sivîl wê rêveriya bajêr bigire ser xwe, mûdaxeleya hêzên leşkerî qedexe ye.
- Sazkirina noqteyên kontrolê yên hevbeş di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Hur li despêka bajarê Serêkaniyê.
ANF/SERÊKANIYÊ