Fermandarê YPG’ê Efrîn ragihand ku topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê berdewam dike. Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Efrînê Eşref Efrîn ku ji RojNews re axivî, diyar kir ku di çarçoveya operasyona wan a li rojhilatê kantona Efrînê li dijî çeteyan dane destpê kirin, 3 gund ji çeteyên El Nusra û Ehrar El Şamê rizgar kirin.

Têkildarî tobparana dewleta Tirk a ser gundên rojhilatê Efrînê jî Eşref Efrîn wiha got; “Ji duh şev ve topbarana dewleta Tirk a bi obîsan li ser gundê rojhilatê Kantona Efrînê didome.”

Eşref Efrîn got ku di çarçoveya operasyona wan a li rojhilatê Kantona Efrîn de, 10 tank û wesayitên leşkerî yên çeteyan hatine derbkirin. Efrîn got; “Çeteyên ku gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn, neçar man ji herêmê reviyan. Niha li herêmê operasyona me ya lêgerîn û paqijkirinê berdewam dike.”

Di dawiyê de Eşref Efrîn wiha got; “Di encama operasyona li vir dijî çeteyan de 5 hevalên me yên bi lehengî têkoşiyan, şehîd bûne. Wê nasnameya wan piştre were eşkere kirin.”


Êrîşên çeteyan û şer dewam dikin

Êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir, roja 14’ê Sibatê saet di navbera 12:00-13:00 de çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran êrîşî rojhilatê bendava Tişrînê ya ser bi Kobanê kirin. YPG’ê da xuyakirin, ku heman rojê saet di 14:30 de jî komên çete ji kozikên li Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî gundê Borêz ê li başûrrojavayê Kobanê kirin.

Di daxuyaniya YPG’ê de hat gotin, “Roja 14’ê Sibatê saet di navbera 09:00-10:00 de çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran êrîş birin ser başûrê bajarokê Eyn Îsa.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “14’ê Sibatê hêzên me li hemberî çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên li bakurê Helebê operasyonek dan destpêkirin. Di vê operasyona li derdora febrîqeya Şikeyfê de, bi qasî hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin.

15’ê Sibatê saet di 07:00 de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ji derdora pira Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê êrîş bikin. Bi destwerdana hêzên me re li vê derê şerekî dijwar qewimî. Şer heta saet 12:00 dewam kir û çete ji herêmê hatin derxistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin.

16’ê Sibatê (doh) saet di 01:00 de çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî herêmên Seken Şikeyf û Mesbeh ên li bakurê Helebê kirin. Şerê ji ber êrîşa çeteyan destpê kir, dewam dike.”


Li Helebê bi dehan çete hatin kuştin 

Li derdora taxa Şêxmeqsûd bi dehan çete hatin kuştin. Di nav de serçeteyekî El-Nusra jî heye. Di navbera şervanên Ceyş El-Siwar ku di bin sîwaneya QSD’ê de cih digrin û Odeya Çalakiyên Helebê “El-Nusra, Nûreddîn El-Zenkî, Kombûna Feqtesim Kema Emert, Koma 101m Koma Yekemîn, Koma 16’an, Lîwaa Suqûr Cebel, Lîwaa El-Muntesir Bîllah, Lîwaa Sultan Murad û hwd” li çerxereya El-Cendûl a li rojhilatê taxa Şêxmûqsûd û çerxereya Kastîlo şer derket. Saet di saet di 00.00’an de destpê kir. Di vî şerî de bi dehan çete di nav de serçeteyê El-Nusrayê yê bi navê Ebû Ubeyd hatin kuştin.

Li aliyê din hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê Pira Qereqozaqê ya li başûrê Kantona Kobanê bi temamî teqandine. 


 ROJNEWS/EFRÎN