Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 4 çeteyên ku êrîşî benda Kontrola hêzên YPG’ê ya li çerxeriya gundê Cinêdiyê yê Girkê Legê kiribûn girtin. Her wiha hêzên YPG’ê opersyon li gundê Michim ê ku çete reviyabûnê dan destpêkirin.

Li gorî malpera fermî ya YPG’ê îro di saetên sibê de çeteyan êrîşî benda kontrola YPG’ê ya çerxeriya ketina gundê El-Cinêdiyê yê  Girkê Legê kiribûn. Hate gotin ku çeteyên ku êrîş pêkanîbûn reviyabûn gundê Michim ê nêzî herêmê. Li gora çavkaniyên YPG’ê, ku hêzên YPG’ê ku ji saetên sibê de operasyon li gund dabûn destpêkirin 4 êrîşkar girtin. Rayedarên YPG’ê destnîşan kirin ku wan li ser daxwaza şêniyên herêmê, li herêmê operesyon dane destpêkirin.
Çeteyên ku îro êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kirbûn rastî bersivdayîna YPG’ê hatin. Di encamê de pevçûn derketin û çete neçar man maşinek û hin çek li pey xwe hiştin û reviyan gundê herî nêzîkî cihê buyerê.
Li gorî malpera fermî ya YPG’ê di dema êrîşê de 3 çavdêrên benda kontrolê piştî berxwedaneke bê hempa jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşê çeteyan didomin
Komên çete êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG’ê ku li çerxerêye gundê Cinêdiyê yê Girkê Legê kirin û 3 çavdêrên benda kontrolê jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro di saetên sibê de komên çete êrîşî benda kontrola YPG’ê ya çerxerêya gundê Cinêdiyê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derket. Hate gotin ku êrîşkaran wesayîtek û hin çek li pey xwe hiştin û reviyan.
Hate gotin ku hêzên YPG’ê bi armanca parastina welatiyan, ketine pey çeteyên ku ketin gund û ew di gund de dorpêçkirine.  Hate hînbûn pevçûn didomin.
Di malpera fermî ya YPG’ê de der barê bûyerê de agahî hat dayîn û hat gotin, “3 çavdêrên ku li ser bendê parastinê dikirin piştî berxwedaneke bi lehengî jiyana xwe ji dest dane.”

Çeteyan êrîşî gundên Kurdan ên li Babê kirin
Komên çete yên DAIŞ’ê piştî Minbic û Cerablusê êrîşî gundên Kurdan ên Til Betal, Qelbîn û Tiwîne yên herêma Bab a Helebê kirine. Hat ragihandin ku çeteyan hin welatiyên Kurd jî revandine.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku ev demeke êrîşî Kurdên li bajarên Minbic û Cerablusê dikin, duh di saetên êvarê de êrîşî gundên Kurdan ên li herêma Bab a Helebê kirin û hin welatiyên Kurd revandin.
Çavkaniyan ragihandin ku komên çete êrîşî gundên Til Betal, Qelbîn û Tiwîne yên herêma Bab a Helebê kirine û malên Kurdan talan kirine, her wiha hejmarek nayên kesên sivîl revandine. Hate hînbûn ku ji kesên ku hatine revandin bi navê Bavê Mihemed û Şîbo yên ji gundê Qeblînê ne.

Malên Kurdan talan dikin
Hate gotin ku komên çete malên Kurdan talankirine, hemû alavên malan dizîne û birine cihekî ne diyar. Li aliyê din komên çete gundê Til Şehir, Qubet El-Şêx û Sosrumat ên herêma Bab yên Helebê dorpêçkirine da ku di rojên pêş de êrîşî bikin. Çavkaniyên herêmê didin diyar kirin metirsiya komkujiyê li ser Kurdên herêmê heye.
Komên çete yên DAIŞ’ê di destpêka Kanûnê de êrîşî taxên Kurdan ên Minbicê û Cerablusê kiribûn û bi dehan Kurdên sivîl ku zarok û jin jî di nav de revandibûn, her wiha mal û milkên wan talan kiribûn.
Li herêma Ezaz, Bab, Minbic, Cerablus ya bajarê Helebê Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn. Li herêmê bi dehan gundê Kurdan hene û ev demeke di nava meteriya komkujiyê dene.

Asayîşa Serêkaniyê bihêz dibe
Hêzên Asayîşa Serêkaniyê navenda xwe ya fermî û şaxên wê ya bi navê Şehîdên Asayîşê yên Serêkaniyê û navenda Asayîşa jinan vekir.
Hêzên Asayîşa Serêkaniyê navenda xwe ya li taxa Mehetê ya Bajêr vekir. Hêzên asayîşê navenda xwe ya taxê û navenda Asayîşa jinan jî bi merasîmekê vekir. Hêzên Asayîşê navenda ku ji aliyê çetyan ve hatibû wêrankirin temîr kir û navenda xwe veguhezî wêderê. Rayedarên Asayîşê destnîşan kirin ku vekirina navenda Asayîşê li Taxa Mehtê li ser daxwaza şêniyên taxê pêk hat. Taxa Mehetê taxa yekem a Serêkaniyê ku komên çete di sînorê Trkiyê re ketênê.
Endamê Rêveber ê Asayîşê Siltan Miio diyar kir ku armanca wan ji vekirina navenda Asayîşê ya bû ew ku welatî di nava ewlekariyê de jiyan bikin. Her wiha hêzên Asayîşê xwe amade dikin ku navenda Asayîşê ya bajaroka Til Xelef a 3 kîlometrê dûrî Serêkaniyê vebikin.

 SERÊKANIYÊ/KOBANÊ