Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG’ê jî di çarçovya parastina gel de bersiva êrîşan daye û di encamê de pevçûnên dijwar rû dane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên ku 15 rojan dom kirin de 61 leşkerên Sûriyê û alîgirên wan hatin kuştin, bi dehan birîndar bûne û 2 tang hatine ruxandin û gelek wesayîtên leşkerî jî hatine şewitandin.
Derbarê windahiyên YPG’ê û sivîlan de jî, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşên hovane yên li ser Taxa Şêxmeqsûd de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl, şervanê YPG’ê Zinar, Endamê Asayîşê Samî Rênas û 47 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û 140 welatî jî birîndar bûne, her wiha bi dehan malên welatiyan hilweşiyane.
‘Hêzên rejîmê paşve vekişiyan’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama pevçûnan de hêzên rejîmê bi temamî ji taxê hatine derxistin û ev tişt hatin gotin: “Di berxwedana şervanên me ya li Şêxmeqsûd de me hevalê xwe Zekeriya ku sembola berxwedanê bû winda kir, lê li hemberî berxwedana şervanên me hêzên rêjîma Bass neçar man ku xwe ji taxê vekişînin. Kontrola taxê niha bi temamî di bin kontrola şervanên me de ye. Em wek Fermandariya YPG’ê diyar dikin ku ewê soza parastina gel a ku me beriya niha daye gelê xwe, heta dawiyê bicîh bînin. Emê li ser şopa şehîdê xwe Zekeriya û hemû şehîdên ku ji bo azadiya gelan jiyana xwe jidest dane têbikoşin.”
NAVENDA NÛÇEYAN