Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê bîlançoya Cotmehê ya êrîşên li dijî Efrînê, Pêngava Bagera Cizîrê û Hemleya Rizgarkirina Reqayê  ragihand û got, YPG û YPJ‘ê li dijî van hewldanan mafê parastina rewa û bersivdayînê bi kar anîye.

YPG´ê da zanîn ku li Efrînê êriş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê dewam kirine û got, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wî 57 êriş kirine, YPG/YPJ li dijî êrişan 33 caran mafê bersivdayînê bi kar aniye û herê kêm 6 eskerên û çeteên wê kuştine ku yek ji wan jî emir e. YPG´ê da zanîn ku balafireke keşfê, wesaîte leşkerî, loderek û kamyonek di bersivdayînê hatine îmhakirin.


Encamên Cenga Mezin

YPG´ê ji bo Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê jî got, 655 ji şervanên QSD’ê, ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û enternasyonal di oxira vê pêngava dîrokî de gihiştine asta şehadetê.  YPG´ê da zanîn ku li Dêra Zorê êrîşa çeteyan a li dijî zeviyê niftê yê El-Omer hatiye şikandin.  YPG´ê hejmara hiştî ya şehîdên xwe yên Cotmeha 97 şervanên wan di Cenga Mezin, Bagera Cizîrê û berxwedana Efrînê de bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê. 


NAVENDA NÛÇEYAN