Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên ku ji hêla MÎT’a Tirk ve hatine perwerdekirin, hatine girtin.

YPG’ê ragihand ku gelek teqemenî û cebilxaneya çeteyan jî ji hêla hêzên wan ve hatine bidestxistin. Li gorî daxuyaniyê, endamê MIT’ê Ebu Îmad ev koma çete bi rê ve  dibir û li herêmê jî kesê bi navê Nazmî talîmet didan wê. Axir van di ser Cerablusê re gelek caran di nava mekîneyên cihê de teqemenî ji bo êrişan xistine Minbicê û hatine şopandin. Çeteyê bi navê Ratib û yê bi navê Ebûd du navên tesbîtkirî ne.

Di encama operasyona YPG´ê ji 5´ê Tîrmeha 2018´an heta 14´ê Tîrmeha 2018´an çeteyên bi navê Ebdil Mihemed el-Şêxanî, Mehmûd Evdilqadir Beko, Ratib Mihemed Berkel û Ebûd hatin girtin. Tevî çeteyan gelek teqemenî û cebilxane jî hat desteserkirin. YPG´ê di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk wê bi van êrişên xwe negihêje armanca xwe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN