Di encamnameyê de hate ragihandin ku Konferansa YPG’ê ya Kantona Kobanê bi beşdarbûna 350 delege û bi dirûşmeya “YPG temînata parastina gelê Sûriyeyê ye” di navbera 30’yê mijdarê û 2’yê Kanûnê de hat lidarxistin.
Di encamnameyê de hate gotin ku di konferansê de pratîka hêzên YPG’ê û YPJ’ê ya 3 salan a Kobanê bi awayekî berfireh hat nirxandin û di derbarê birêxistinkirina avakirina YPG de bîryarên girîng hatin standin. Di encamnameyê de bal li ser berxwedana Kobanê di sala 2013’an de hate kişandin û wiha hate gotin: “YPG bi beşdariya gelê Kobanê şerekî parastinê dijwar li hemberî çeteyên El-Nusra û Ehrar El Şam û hin komên çete yên din meşandin û sînorê kantonê parastin. Di vê berxwedana rûmetê de gelê Kobanê bi sedan şehîd û birîndar dan. Tevî hemû êrîşên dijwar ên çeteyan, gelê Kobanê li gel şervanên YPG’ê di berxwedanê de israr kir, gav paşde navêt û li hemberî komên çete biser ketin.”
Di encamnameyê de hate parvekirin ku di konferansê de meclîsa leşkerî hat hilbijartin da ku fermandariyê ji hêzên YPG û YPJ’ê re li herêmê bike. Her wiha di konferansê de derbarê mezinkirina hêzên YPG’ê û YPJ’ê û xurtkirina perwerdeyên wan bi rêya avakirina akademiyên nû de biryarên girîng hatin girtin.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di konferansê de rewşa pêkhateya Ereb jî hatiye nirxandin û hat gotin: “Wekî tê zanîn piştî ku sînorê kantonê berfireh bû hejmarek mezin ji şêniyên pêkhateyên Ereb jî tevlî kantonê bûn. Lewma bi armanca parastina kantonê, di nava hêzên YPG’ê de tevlîbûna pekhateyên Ereb ji bo were zêdekirin hin biryar hatin girtin.”
Di encamnameyê de hate gotin ku di konferansê de biryar hatiye girtin ku hêzên YPJ’ê xwe di nava pêkhateyên din de û bi taybetî di nava pêkhateya Ereb de birêxistin bike û hejmara xwe zêde bike.
Kobanê wêkî bajarê şehîdan hat pejirandin
Encamnameya Konferansê bi vî rengî bi dawî bû: “Di konferansa me da di derheqê şehîdan de biryarên ku di Konferansa Berxwedana Kobanê de derketibûn esas hatin girtin û careke din Kobanê wekî bajarê şehîdan hat pejirandin. Li ser vê bingehê em wekî YPG û YPJ’ê konferansê destpêke hemû malbatên şehîdan, li hemû gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pîroz dikin. Di serî de ciwanên li derveyî welêt em bang dikin ku hemû ciwanên Kobanê werin tevlî refên YPG û YPJ’ê cih bigrin û axa xwe biparezin.”
NAVENDA NÛÇEYAN