Di civînan de geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û redkirina şerê navxweyî hatin gotûbêjkirin. Di civînan de hemû aliyan nêrînên hevbeş li dijî pevçûnên navxweyî nîşan dan.

Fermandarê Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo û Fermandarê YPG᾿ê li Efrînê Mehmûd Berxwedan li navenda ENKS᾿ê ya Efrînê bi endamên ENKS᾿ê re ku ji nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe di nava ENKS᾿ê cih digrin, hevdîtin pêk anîn. Di civînê de Fermandarê Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo diyar kir ku, di heman demê de hinek partiyên Kurdî vê rewşê ji bo berjewendiyên partiyên xwe bikartînin û li dijî yekîtiya Kurdan û Desteya Bilind tevdigerin.
Fermandarê Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo di derbarê şerê navxweyî ku ji aliyê hin partiyên Kurdî û hêzên derve pêk tê ev tişt got: “Rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan ne mumkine were qebûl kirin. Em ji endamên ENKS᾿ê hêvîdikin ku nêrîna xwe ji bo berjewendiyên gelê Kurd bikin yek û li dijî planên qirêj hişyarbin. Em wek YPG᾿ê mudaxeleyî siyasetê nakin û em dê nekin jî. YPG hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji bo parastina hemû gelên herêmê amade ye.”
Derbarê piratîzekirina komîteya pispor a Desteya Bilind de Hemo ev tişt got: “Piratîzekirina komîteya pispor dikeve ser milê Desteya Bilind a Kurd û pêwîste ji bo vê yekê lez bide xebatên xwe.”
Ji aliyê din jî Endama ENKS᾿ê li Efrînê Zelûx Cimo da zanîn ku, hevdîtin bi awayekî erênî bi dawî bûye û got: “Em hewcedarî vê civînê bûn, me rastiya gelek mijaran di vê civînê de baş naskirin, Fermandariya Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo naveroka bûyerên dawî li Efrînê ji me re şîrove kirin û da zanîn ku pêwîstiya herdu encûmenan heye ku di nava xwe de bigihêjin biryarên cidî. ”  Zelûx Cimo destnîşan kir ev di wê baweriyê deye ku biryarên baş ji bo berjewendiyên gelê Kurd bistînin.
Li aliyê din jî Fermandarê giştî yê YPG᾿ê bi Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Di civîna ku bi saetan dirêj kir de hemû aliyan li ser pêwîstiya yekîtiya Kurdî û redkirina tundiyê lihevkirin. Nûnerê Partiya Azadî yê Efrînê tevlî civînê nebûn. 

EFRÎN