YPG’ê derbarê Hevpeymana agirbestê ya li Hesekê di navbera hêzên wan û hêzên rejîma Sûriyê de hatibû îmzekirin, daxuyaniyek nivîskî da raya gîştî.


Daxwuyaniya YPG bi vî rengî ye:

“Piştî hefteyekî  ji şer û pevçûnên li Hesekê di navbera Yekîneyên Perasitna Gel (YPG) û Asayîşa Rojava ji milekî û artêşa rejîma Sûriyê û pêxasên wê li aliyê din, bajar rastî êrîşên balafirên şer û obîsên hêzên rejîma Sûriyê hat. Di encama mudaxeleya rûspiyên êlên herêmê û hin aliyên navnetewî yên bibandor, me jî xwest di van daxwazên ku şer rawestînin alîkar bin da ku rijandina xwînê rawestînin, ewlekariya gelê xwe biparêzin û rê li pêşî zîyanên madî bigrin. Li ser vê yekê hevpeymana agirbestê li gorî hin şert û mercên ku hatibûn diyarkirin, çêbû. Ev yek jî bi kefareta alîyên ku pêkanîna hevpeymanê dişopînin pêk hat.


Hevpeymana agirbsetê li ser van xalan hat erêkirin

1- Divê artêşa Sûriyê û hêzên wê yên çekdar tevî hêza niştîmanî bi temamî ji Hesekê derkevin û tenê polîsên sivîl û ewlekariyê bihêlin. Her wiha hêzên YPG’ê hemû cih û baregehên ku di bin serweriya wê de ne radestî Asayîş û Ewlehiya giştî ya bajar dike.

2- Hemû dîl û girtiyên di destê herdu aliyan de bên teslîmkirin û guherandin.

3- Hemû riyên tên bajarê Hesekê bên vekirin.

4- Dorpêça li ser noqteyên hêzên Rêjîmê yên li derveyî bajêr bi dawî bibe.

5- Komîteyek hevbeş were avakirin û bi şopandina alîyên ku li ser agirbestê disekinin da ku çareseriyek siyasî di navbera dewleta Sûriye û Rêvebiriya Xweser de were dîtin.

Em jî wek Yekîneyên Parastina Gel tu carî tewîz nadin û ji bo parastina berjewendiyên gelê xwe bi hemû pêkhatiyên xwe mafê parastina rewa esas digirin. Ji bo parastina jiyana hevbeş her tiştên giran û buha emê feda bikin. Tu carî rê nadin tu kes dest dirêjî rûmeta gelan bike.

Em spasiya gelê Hesekê yên welatparêz dikin ku li hember hêzên rejîma Baasê û pêxasên wê piştgiriya hêzên xwe yên rewa ji Yekîneyên me û Asayîşê kirin.” 


 HESEKÊ