Şervanên YPG’ê li navçeyên Cindirêsê, Raco, Mabata û Şera yên Efrînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di van çalakiyan de gelek çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên xwe yên vê dawiyê eşkere kirin. YPG’ê 12’ê Îlonê li 4 cihan li dagirkeran da. Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî ye: “Encamên çalakiyên ku li navçeyên Cindirês, Raco, Mabata û Şera hatine lidarxistin wiha ne;

  •   Di 12’ê Îlonê de yekîneyeke me li hemberî baregeheke çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li navenda Cindirêsê çalakiyek kir. Di encama şerê sîng bi sîng de 1 jê eskerê artêşa Tirk a dagirker, 6 çete hatin birîndarkirin.
  • Heman rojê yekîneyeke me li gundê Omera yê girêdayî navçeya Mabata li hemberî siwareyeke eskerî ya çeteyan çalakiyeke sabotajê kir. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
  •  Yekîneyeke me li gundê Berbenê yê herêma Raco li hemberî çeteyekî girêdayî koma Feylaq el-Şam çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin û çeka wî ya AK-47 hat desteserkirin.
  •  Heman rojê, yekîneyeke me li gundê Zeytûnekê yê ser bi navçeya Şera, li hemberî siwareyeke eskerî ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Lê der heqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketin.”

Çeteyekî Îtalyan hate girtin

Li gorî saloxdana YPG’ê çeteyekî Îtalyan hatiye girtin. Hate ragihandin bi operasyoneke taybet ev çete hatiye girtin û ev çete rayedarekî payebilind e. Tê payîn ku YPG piştre li ser operasyonê agahiyên zelal bide.

Çeteyê bi navê Amîr El Qetî hate kuştin

Her wiha Odeya Çalakiyan ya Xezeba Zeytûna jî bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li navçeya Reco ya Efrînê çeteyê girêdayî koma El Cephe El-Şamiye yê bi navê Amîr El-Qetî kuştiye.

 EFRÎN