Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku li Efrînê di 3 çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser çalakiyên 13’ê Îlonê yên li navenda Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku roja Pêncşemê li navenda Efrînê 3 çalakiyên cuda hatine lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, li cihekî navbera taxên Tirindê û el-Meqlayê li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Ehrar El Şam (navê yekî Mûstafa Mûhammed Alî ye) hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û çeteyek jî birîndar bûn.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, tîmeke YPG’ê li taxa Tirindê li dijî yekîneyên qaşo ‘Polîsê Leşkerî’ çalakiyeke din pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 2 çete mirin, 4 çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir, yekîneyên wan heman rojê li navenda Efrînê çalakiyeke din li dijî çeteyên dagirker kirine û di encamê de 2 çeteyên bi navê Abdulrahman el Kurdî û Fehd el Dervîş mirine.
ANF/EFRÎN
2 jin û zarokekê Êzîdî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
2 jin û zarokekî Êzîdî ku ji aliyê QSD ve hatibûn rêzgarkirin, teslîmi malbata wan ên li Xanesora Şengalê hatin kirin.
4 sal di ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Êzîdiyan re derbaz bûn. Lê heya niha jî çarenûsa gelek jin û zarokên Êzîdî ne diyar in.
Li Bakurê Sûriyeyê di operasyonê dawî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi sedan jin û zarok hatin rizgarkirin û ew veguhestin cihên bi aram.
Ti baweriya min nemabû
Di van operesyonên dawiyê de ji 2 jin û zarokek ji aliyê QSD ve hatin rizgarkirin û ew du jin û zarok veguhestin Xanesora Şengalê.
Jina bi navê Mulke Xidir (30)î diyar kir ku di roja yekem ya fermanê de çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin ser gundê Koçû û ew dil girtin û got: “Ti baweriya min nebû ku ezê rojekê ji destê van çeteyan rizgar bibim. Lê berxwedana şervanên me karî me ji zulma çeteyan rizgar bike.”
Kêfxweşiya azadiyê
Fîruze Hasim (17) yek ji wan jinê ku hatiye rizgarkirin got: “Dema çeteyan em revandin bi zorê ji me dixwest ku em bibin Musilman. Niha ez pir kêfxweş im ku ez vegeriyam bajarê xwe.”
Eynas Nasir Reşîd (12) got: “Dema ez hatim revandin, ez 8 salî bûm. Pir kêfxweşim ku vegerayîme li ser axa xwe.”
ŞENGAL