Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbên giran li çeteyan didin.Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG´ê li ser 3 çalakiyên hemwext ên sabotajê yên li Efrînê pêk hatine daxuyaniyek da.YPG’ê li ser deteyên çalakiyan ev agahî dan:“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me di 5’ê Kanûnê de li navenda Efrînê û li navçeya Cindirêsê li dijî komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên hemwext ên sabotajê li dar xistin.

Heman rojê yekîneyeke me li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya serçeteyekî koma Sultan Murad ê bi navê Hemze Qerha û ajokarê wî pêk anî. Di encama çalakiyê de serçete û ajokarê wî hatin kuştin û wesaît hate rûxandin. Di heman demê de li kêleka navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî maşîneyeke leşkerî ya serçeteyekî koma Lîwa El-Şîmal yê bi navê Evdilla El-Zirbê hat lidarxistin. Di encamê de, li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, der heqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

Her wiha yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî baregeheke çeteyên Feylaq El-Şam pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.”

 

ANHA/EFRÎN