Di encamê de şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan. Di encama pevçûnan de 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 6 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bi alîkariya pêşmergeyan ve çûn û pêşmergeyên birîndar rizgar kirin. Şervanên YPG’ê pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrik. Pêşmergeyê birîndar yê bi navê Birîndar Ehmed Emîn ku di nexweşxaneyê de tê dermankirin wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê saet di 19.00’an de li gundê Sihêlê li pêşiya me kemînek danîn. Di encamê de pevçûn di navbera me û wan de derket û di van pevçûnan de 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 6 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.” Emîn di axaftina xwe de got ku hêzên YPG’ê ji bo alîkariyê bi wan re bike, tavilê destwerdan kir û hemû pêşmergeyên birîndar rizgar kirin û rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrikê. Li aliyekî din çavkaniyên herêmî diyar kirin ku welatiyên sivîl ji gundê Sihêlê ve heta gundê Tawis li ser sînorê bi Rojava re belav bûne û hewldan derbasî Rojava bikin, lê hêzên pêşmergeyên li vir rê li pêşiya wan girtin.

DÊRIK