
Li Serêkaniyê piştî şer pevçûnên dijwar ku pêr bi êrîşa Cephet El-Nusra ya girêdayî Dewleta Îslamî li Iraq û Biladî Şam destpê kiribûn, navenda van koman ku girêdayî El-Qaîdeyê ne ket destê YPG’ê. Şer û pevçûn doh jî bê navber dewam kirin û 2 şervanên YPG û welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji êrîşkaran jî herî kêm 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî dîl hate girtin. YPG bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ji Serêkaniyê hatine derxistin.
Li bajarê Rojava Serêkaniyê şer pevçûnên ku di 16´ê Tirmehê de piştî êrîşa Cehpet El-Nusra ya li dijî wesayita Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) destpê kiribûn doh jî dewam kirin. Di şerê pêr de de navenda koma bi navê Emil Mislimin ku ew jî girêdayî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ye û navenda Şebîbê ya li taxa Mehetê kete destê YPG’ê.
Navend kete destê YPG´ê
Hêzên YPG’ê piştî ev navend bi dest xistin, navenda Dewleta Îslamî li Iraq û Biladî Şam a Serêkaniyê ya li Taxa Mehetê dorpêç kir. Hat diyarkirin ku li vir heta saetên serê sibê pevçûnên dijwar qewimîn û gelek çekdar ji vê navendê reviyan û li depoyên genim ên li nêzî sînorê Bakûrê Kurdistanê bicîh bûn. Endamên van koman ji van depoyên genim bi topên hewanê êrîşî bajêr kirin. Hat diyarkirin ku şer û pevçûnên dijwar rû dan û paşê ev navend saet derdora 08. 00’an ket destê şervanên YPG’ê.
Di encama pevçûnan de hêzên YPG êrîşkar ji bajêr derxistin û şer li depoyên genim ên li nêzî sînor û Deriyê Sînor ê Serêkaniyê zêde bû. Piştî şerê ku bi saetan dewam kir, komên êrîşkar ji depoyên genim û deriyê sînor hatin derxistin. Hate gotin ku beşek êrîşkaran reviyane Serêkaniya bakûr, beşek jî çûne aliyê Tel Xelefê.
2 YPG´î û sivîlek jiyana xwe ji dest da
Li cihê şer cenazeyê 6 êrîşkaran hate dîtin û gelek êrîşkar jî birîndar bûn. Di operasyona YPG´ê de 13 kesên sivîl ku ji aliyê komên êrîşkar ve hatibûn revandin jî hatin rizgarkirin.
Di pevçûnan de şervanê YPG Rustem Elî (Qehreman) û Rubar Mihemed Emîn (Rûbar) jiyana xwe ji dest dan. Her weha li navçeya Riha Serêkaniyê jî kesekî sivîl yê bi navê Mahsun Ertugrul (17) jiyana xwe ji dest da, zarokek bi navê Ahmet Gunduz (15) jî ji serê xwe birîndar bû.
Êrîşên bi hawanê
Komên çekdar ên ku ji ber mudaxeleya YPG’ê reviyan aliyê Tel Xelef, vê carê berê êrîşên xwe dan Bakûrê Kurdistanê. Hate ragihandin ku komên çekdar ji aliyê Tel Xelef topên hawanê di avêtin Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê û topek ji van li baxçeyê qereqolek leşkerên Tirk ket. Tê gotin ku komên çekdar ên ku tengav bûne, dixwazin bi vî rengî Tirkiyê bikişînin nava şer da ku mudaxeleyî herêmê bike.
Piştî şer û pevçûnên li Serêkaniyê li aliyê din ê sînor jî leşkerên tirk bicîh bûn. Hat diyarkirin ku leşkerên Tirk bi armanca hişyariyê gule barandine.
YPG: Emê gel biparêzin
Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê derbarê pevçûnên li Serêkaniyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: “Piştî êrîşa li dijî hêzên me, YPG᾿ê dest bi opersyonê kir û di encamê de Serêkaniyê ji komên çekdar ên ku ev demeke welatiyên Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên wê dişelandin û talan dikirin, paqij kir.” Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di encama pevçûnan de beşek ji komên çekdar reviyane bakurê Kurdistanê, beşek ji bajêr reviyane û hinek jî tevî çekên xwe teslîmî YPG᾿ê bûne.
Di daxuyaniyê bang li hemû pêkhateyên bajêr û bi taybet ereban hate kirin da ku bi hêzên YPG᾿ê yên parastina bajêr girtine ser milên xwe re alîkar bin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin YPG᾿ê heta di navbera hemû gelên herêmê de aştî, biratî û jiyana hevbeş pêk were, wê di parastina herêmê de israra xwe bidomîne.
Li Serêkaniya ser xetê meş
Piştî şer û pevçûn dijwar ên li Serêkaniyê, welatiyên li Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê li pêşiya avahiya Midûriyeta Riya Trênê hatin ceh hev û dirûşmeyên wekî “Bijî YPG” berz kirin. Lê piştî demekê polîsên tirk hatin cihê çalakiyê û êrîşî gel kirin. Li ser vê yekê welatiyan jî bi keviran bersiv da û li gel êrîşa polîsan jî belav nebûn û dirûşmeyan berz dikin. Wesayîtên leşkerî jî şandin cihê çalakiyê û alozî demeke dirêj dewam kir.
Berî çend mehan hatibû îlankirin
Dewleta Îslamî li Iraq û Biladî Şam ji baskên El-Qaîde yên Iraq û Suriyê pêk tê û çend meh beriya niha bi daxuyaniyeke li ser înternetê îlana wê hatibû kirin. Di vê daxuyaniyê de hatibû gotin ku rêxistina wan a Suriyê Cephet El-Nusra ye. Di heman daxuyaniyê de hatibû gotin ku Rêxistina Dewleta Îslamî girêdayî El-Qaîdeyê ye û hedef dike ku li Iraq, herêmên wekî Suriye, Lubnan, Urdun û Filist ku wekî “Biladî Şam” tên binavkirin dewletek yekbûyî ya Îslamî ava bikin.
ANHA/SERÊKANIYÊ
Li Çelaxa 4 YPG’î jiyana xwe ji dest dan
Di pevçûnên ku li gundê Til Elo, Eli Axa û Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Til Elo Eli Axa û Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de didomin. Di pevçûnên li gundê Til Elo yên serê sibehê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hate ragihandin ku di pevçûn ku li hersê gundan bi dijwar dom dikin de 2 şervanên din ên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Hate gotin ku ji êrîşkaran jî gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di vê navberê de hate ragihandin ku li bajaroka Çelaxa ya Girkê Legê kes an jî kesan bombeya deng avêtiye avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD). Di êrîşê de ziyana madî pêk hat. Hêzên Asayîşê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.
BDP: Em ligel YPG’ê ne
BDP’ê berxwedana YPG’ê silav kir û diyar kir ku ligel YPG’ê ne.
Navenda Giştî ya BDP’ê der barê êrîşên ku di demên dawî de li hemberî Rojava pêk tên daxuyanî da. BDP´ê di daxuyaniyê de li hemberî êrîşan nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê piştgirî dide endamên çeteya El-Nusra, ev yek jî fikarên me zêde dike. Em bi awayekî vekirî dibêjin operasyonên ku bi destê rêxistinên sûç yên wekî El-Nusra pêktên, wekî gelê Rojava, gelê Bakur, Başûr û Rojhilat jî li dijî van nerazî ne û ev êrîş nayên qebûlkirin.
BDP’ê bang li hikûmeta AKP’ê kir ku dev ji van polîtîkayên xwe berde û wiha got: “Di pêvajoya çareseriya demokratîk de polîtîkayên AKP’ê dibe sedem ku baweriya li hemberî AKP’ê kêm bibe û hem jî dibe sedema provokasyonan.” BDP’ê di daxuyaniyê de berxwedana YPG’ê silav kir û da zanîn ku ligel YPG’ê ne.