BERÎTAN SARYA / AXÎN TOLHILDAN / ANHA / QAMIŞLO
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 4’ê Nîsana 2013’an bi fermî damezirîna xwe ragihand. Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah der barê salvegera YPJ’ê de peyivî.
Abdullah diyar kir ku ji bo avakirina azadî û serxwebûna gelan, ji bo avakirina aramiya nav civakî û çêkirina zemîna dadmendiya civakî jin xwedî roleke stratejîk û girîng in.
Civakê bi rehetî qebûl nekir
Nesrîn Abdullah balkişand ser avakirina YPJ´ê û got: “Cara pêşî bû ku li herêmê hêzeke berevaniya jinê dihate avakirin. Jinê wê rahişta çekê û li vê erdnîgariyê nasnameyeke wê çêbûya. Civakê ev wiha bi rehetî qebûl nekir. Em pê dizanin ku Kurd û civakên Rojhilata Navîn feodal in. Serweriya zilêm heye û hişmendiya baviksalariyê li ser civakê serwer bû. Li Rojhilata Navîn hişmendiya mêr û jinê hatibû çêkirin. Li gorî vê hişmendiyê jin bêgav bûn.”
YPJ rengê hemû jinan e
Abdullah di dewama axaftina xwe de li ser asta têkoşîn û birêxistinkirina YPJ´ê jî ev nirxandin kir: “Ji roja destpêkê heta niha, di nav YPJ’ê de gelek bipêşveçûn çêbû. YPJ bi pêşengiya jinên Kurd hatiye destpêkirin. Piştre li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kir. Bi tevlîbûna jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez, Tirkmenan re em dikarin rengên hemû neteweyan di nav YPJ’ê de bibînin. YPJ tenê ji bo gelê Kurd şer nake. Armanca me ya rastîn, avakirina civakeke demokratîk, azad, ekolojîk û wekhev e. Ziman, ol, netewe û baweriya wan çi dibe bila bibe, mafê her jinê heye ku tevlî nav YPJ’ê bibe. YPJ di hemû şer û pêngavan de cihê xwe stend. Ji sala 2012’an û vir ve li hemû qadên parastinê cihê xwe girt û şer kir.