ALVA OSÊ /EHMED MIHEMED / ANHA/ DÊRA ZOR

Yek ji fermandarên YPJ‘ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD‘ê, Newroz Ehmed li ser lehengiya jinan a li dijî dijminê jinan, çeteya DAIŞ´ê peyivî.

Newroz Ehmed destnîşan kir ku şervanên jin çawa ku beşdarî hemû pêngavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, di pêngava Bagera Cizîrê de jî bi roleke pêşeng radibin û got, "Armanca me ya sereke rizgarkirina jinan ji zilma DAIŞ‘ê ye. Dema ku me nû herêm rizgar dikirin, şênî ditirsiyan xwe nêzî me bikin, ji ber ku çeteyan ew bi tiştên derew dixapandin. Lê piştî ku em ji nêz ve nas kirin, li derdora me kom dibûn û di pêşketina pêngavê de destek dan me. Em dikarin bibêjin, şervanên jin tevî astengiyan di pêkanîna erka xwe ya rizgarkirina jinan de bi ser ketin.”

200 jinên Êzîdî hatin rizgarkirin

Newroz Ehmed diyar kir ku di pêngavê de 200 jinên Êzîdî yên Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan kirin.

Tevlêbûna nav refan zêde dibe

Newroz Ehmed di dawamê de bal kişand ser tevlîbûna jinan a nava refên YPJ´ê û got; "Çeteyên DAIŞ‘ê jin wek milk û xenîmeta şer bi kar dianîn. Dema jin hatin rizgarkirin, rastiya yekîneyên me ji nêz ve nas kir û tev li nav refên yekîneyên me dibin. YPJ îro li hemû bereyan tola jinan radike, û wan li dijî hemû cureyên zilmê diparêze. Ji lewma, YPJ bûye hêvî û bawerî ji bo hemû jinan."

Fermandar Newroz Ehmed axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; "DAIŞ şikest, lê erka me bi dawî nebûye. Herêmên ku di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de hatin rizgarkirin, herêmên dawî bûn ku di destê DAIŞ‘ê de mabûn. Me herêm rizgar kir lê lazim e em jinan ji zilm û zihniyeta mêran biparêzîn."