Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bîlançoya berxwedana 3 rojên dawî yên li dijî çeteyên AKP’ê aşkere kir. Di daxuyaniya YPS’ê de hate destnîşan kirin ku li dij êrîşên hêzên dewletê berxwedana wan a bi biryar didome. YPS’ê di daxuyaniyê de biryardariya berxwedanê wiha rave kir: “Ne wesayitên zirxî, ne balafirên keşfê, ne jî çeteyên DAIŞ û endamên POH´ê nikarin eniya berxwadanê ya gelê me bişkînin. Her roja derbas dibe şervanên me yên berxwedanê mînakên lehengiyê nîşan didin û çeteyên şer ên dixwazin ji bo tevkujiyê bi pêş bikevin wendahiyên mezin didin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku berxwedêrên jin jî bi şêwazekî çalak di çeperan de cihê xwe digirin û bi berpirsiyariya dikeve ser milê wan, bi bawerî û xîreteke mezin şer dikin. YPS’ê ragihand ku di şerê li kolanan tê meşandin de çeteyên DAIŞ‘ê jî tên bikaranîn û li dij yên hebûna Kurdan înkar dikin û dixwazin tevkujiyan pêk bînin, şerê bilindkirina ala berxwedanê wê bi hemû biryardariyê bidome. 


Bîlançoya sê rojan

Têkildarî encamên şer û pevçûnên sê rojên dawî de jî YPS’ê ev agahî parve kirin: “Di şer û pevçûnan hejmara kuştî û birîndarên çeteyên qesrê bi zelalî nehatiye bidest xistin. Lê belê di şer de endamekî POH’ê û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. 2 wesayitên zirxî hatin derbkirin, 2 çeperên doçkayê hatin rûxandin, kepçeyek hate derbkirin û balefireke keşfê hate xistin.”


Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî şer û pevçûnên li Nisêbîn û Geverê ev agahî dan:

NISÊBÎN: Roja 29’ê Adarê saet 15:00’an li Taxa Koçeran li herêma Weysîkê du komên POH´ê yên xwestin bikevin du malan, bûn hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên parastina sivîl. Her kom ji 7 kesan pêk dihat, hat zanîn ku ji komekê ji wan endamekî POH’ê hatiye kuştin, yek birîndar bûye. Her wiha ziyanên koma din jî çêbûne, lê belê agahiyên misoger ên derbarê kuştî û birîndaran nehatine bidestxistin. 

Di 29’ê Adarê saet 13:00’an de li Taxa Koçeran dema çeteyekî DAIŞ‘ê ji malekê derketiye bûye hedefa hêzên me û endamê DAIŞ’ê hatiye kuştin. Di 28’ê Adarê de li Taxa Elîka dîsa endamekî DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPS-JIN´ê ve hatiye kuştin.  Di 29’ê Adarê de saet 10:00’an balefireke biçûk a keşfê ji aliyê hêzên YPS-JIN´ê ve hatiye xistin. Heman rojê dîsa li Taxa Elîka saet 16:00’an wesayiteke zirxî ya bi navê Kobra û yek a bi navê Ejder dema xwestin bikevin taxê bûn hedefa hêzên parastina sivîl. Di encama çalakiya sabotajê de wesatiya bi navê Kobra rûxiya, ya bi navê Ejder jî hate derbkirin. 

Di 29’ê Adarê de li Taxa Elîka kepçeyeke leşkerî dema kete taxê ji aliyê ciwanên parastina taxê ve hate derbkirin û neçar ma vekişe. 

Di 30’ê Adarê de 2 çekên Doçka yên ji aliyê hêzên dewletê ve li avahiyên bilind hatibûn bicîhkirin, bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiyê de her dû mewzî hatin bêbandorkirin. 

GEVER: Taxên Gungor û Cumhuriyetê bê navber tên bomberdûmankirin. Hêzên dewletê li beranberî berxwedana YPS’ê û gel nikarin bipêş bikevin. Têkildarî rewşa Geverê agahiyên berfireh di demên pêş de wê bi raya giştî re bên parvekirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN