Li bajarên Kurdistanên ku mehan e hikûmeta AKP’ê li dijî gel qatlîaman pêk tîne. Li dijî êrîşên hêzên dewletê gel jî her diçe berxwedanê xurtir dike. Piştî Cizîr, Sîlopî, Nîsêbîn û Sûrê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi merasîmek coş hat îlankirin. Li qada merasîmê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPS’ê hatin daliqandin. Bi merasîmê yekîneyên “Şehîd Memyan” “”Şehîd Rozerîn” hatin avakirin.
‘Bi qirkirinê bersiv dan’
Piştî rêzgirtin û xwendina sirûda “Ey raqîb” Fermandarê YPS’ê a Geverê Êrîş Gever axivî û bi bîr xist ku wek ciwanên Geverê dizanin ku salan e dewleta Tirk li ser gelê Kurd operasyonên îmha û qirkirinê dimeşîne, tevî ku gelê Kurd destê aştiyê dirêjî dewleta Tirk kir van êrîşî Kurdan kirin û Kurd qetil kirin.
‘Em ê xwerêveberiyan biparêzin’
Gever bal kişand li ser berxwedan gelê Kurd ya li hemberî şerê AKP’ê tevahî ku li Kurdistanê 6 meh in dimeşîne û got ku 6 meh in hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê operasyonên îmha û înkarê dike ji ber wê wek ciwanên Geverê ew ê bi baweriyek xurt li hemberî tank û topên AKP’ê şer bikin û parstina cewherî pêş bixin. Gever da zanîn ku li ser axa xwe ew ê rêxistina xwe xurt bikin. Gever bi lêv kir ku ew ê bi YPS’ê ve xwedî li xwerêveberiyên ku gelê Kurd îlan kiriye derkevin û biparêzin.
Gever got ku heta ku jiyana azad bê rûniştandin ew ê li ber xwe bidin û wiha axivî: “Li hemberî her windahiyê gelê Kurd dê YPS bi hezaran şervanan bigire nava xwe. Xeyala şehîdên xweseriyê yên Memyan, Rozerîn, Herekol û Diyar pêk bînin.”
Li dijî êrîşan tedbîr
Taxên Esenyurt, Esentepe û Yenîmahalle yên Geverê ji ber êrîşên polîsan ên her roj didomin gel tedbîrên parastina cewherî xurtir dikin.
Li navçeya Geverê a Colemêrgê êrîşên hêzên dewletê bi mehan e li dijî gel berdewam dike. Li taxên Esenyurt, Esentepe û Yenîmahalleyê li hemberî êrîşên hêzên dewletê gel jî, tedbîrên parastina cewherî xurt dikin.
DÎHA/COLEMÊRG