Di daxuyaniya YPS’ê de hat gotin, “Roja 23’ê Sibatê, di şerê li navçeya Amed Sûrê de 4 çeteyên qesrê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Di şerê 24’ê Sibatê danê sibehê saet di 07:30 de, şervanekî me şehîd ket.Li navenda Hezexê, roja 24’ê Sibatê saet di 11:00 de, dema çeteyan hewl didan 3 segvanên xwe li Kolana Alanya ya taxa Tûrgût Ozalê bi cih bikin, yekîneyên me yên berxwedanê pê hesiyan û li wan dan. Li vê derê 2 sekvan hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.”
‘Li Dêrikê çete bi pêş de neçûne’
Daxuyaniya YPS’ê bi vî rengî dewam kir: “Her wiha nûçeyên medya alîgir ku îdîa dikin li Dêrikê xendek hatine girtin û çete ketine nava taxan, nerast in. Çete bi ti awayî bi pêş de neçûn e. Çeteyên li pêşberî berxwedana Hezexê derban dixwin û nikarin bi pêş de biçin, ji roja 24’ê Sibatê û pê ve bi helîkopterên bi tîpa Kobra ji hewayê ve dest bi gulereşandin taxan kirin. Her wiha bomberdûmana bi tank, hawan û obusan jî dewam dike.
Banga tevlîbûna berxwedanê
Şervanên me yên bi sond û peyman in ku faşîzmê di xwîna dirijîne de bifetisînin, li Sûr, Dêrik, Nisêbîn û Hezexê div ê demê de berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Divê were zanîn, hesabê mirovên me yên li Cizîr, Sûr, Silopiya û gelek navendên berxwedanê hatine qetilkirin wê were pirsîn. Li ser vê bingehê banga me li hemû ciwanên welatparêz, demokrat û şoreşger e; tu jî refên berxwedanê li Sûr, Hezex, Nisêbîn û Dêrikê xurt bike, xwedî li vîna xwe derkeve û cihê xwe ji sedî sed di nava berxwedanê de bigire.”
Nasnameya cangoriyê YPS
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Zana Andok
Nav paşnav: Erdal Tekîn
Navê dê û bav: Sîttî-Huseyîn
Cihê ji dayikbûnê: 1988 Pasûr
NAVENDA NÛÇEYAN