YPS û Zarokên Agir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mûgdat Ay a YPS'ê li bajarên Konya, Antalya û Mûglayê li dijî AKP-MHP'îyan çalakî kirin.
Di daxuyaniya yekîneyê de hate gotin, "Endamên me di çarçoveya pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî, nokerî û sîxuriyê de, li Konya, Antalya û Mûglayê çalakiyên bi bandor kirine."
Di daxuyanniyê de agahî tê dayîn ku tîmên tolhildanê li taxa Fevzî Çakmak a li navçeya Karatay a Konyayê, li dijî febrîqeya singer a faşîstên AKP'î ya li sîteya Konsan Sanayî çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de febrîqe bi saetan şewitî û îmha bû. Wekî din 18'ê Hezîranê li navçeya Manavgat a Antalyayê li dijî wesayita faşîstekî AKP'ê ya li taxa Yaylaalanê çalakiya sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de wesayita endamê AKP'ê hate şewitandin. 14'ê Hezîranê jî li navçeya Manavgat a Antalyayê wesayita kesekî MHP'î hat şewitandin.
13'ê Hezîranê, li navçeya Menteşe ya Mûglayê zeviyên genim ên kesekî piştevanê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hat şewitandin."
Însiyatîfa Zarokên Agir li çar bajarên Tirkiyeyê kargeh û wesayit şewitandin.
Însiyatîfê ragihand ku 20'ê Hezîranê li navçeya Konakê ya Îzmîrê avahiya walîtiyê şewitandin. Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li navçeya Kûşadasi ya Mûglayê qada bermahiyan şewitandine. 20'ê Hezîranê li navçeya Edremîtê ya Balikesîrê wesayiteke taybet hate şewitandin. 21'ê Hezîranê li Uskudar û Sûltanbeylî yên Stenbolê du wesayit hatin şewitandin."
NAVENDA NÛÇEYAN