
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, çalakiya li dijî polîsên Tirk a li navçeya Şirnexê Cizîrê, girte ser xwe. Li aliyê din artêşa Tirk herêma gundewar nêzî gundên Licê Sîsê û Derxûsê bombebaran dike.
Li gorî daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), di çalakiya bombeyî ya şeva 27’ê Gulanê de, polîsên hatine kuştin û birîndar hene.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Hêzên YPS’ê, 27’ê Gulanê nuqteya polîsan a li Çerxerêya Dort Yolê ya Taxa Nûrê ya Cizîrê kirin hedef, bi bombeyên bi bandor û deng li dijî nuqteyê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên polîsan hene, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans sewqî nuqteya polîsan hatin kirin. Her wiha çeteyên girêdayî AKP’ê piştî çalakiyê Taxa Nûrê dorpêç kirin û avêtin ser malan.”
Li Licê gund tên bombebarankirin
Li aliyê din, piştî ku Walîtiya Amedê pêr li 59 gundên Pîran, Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve ragihand, bi hezaran esker û gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku operasyona herî mezin a demên dawî tê meşandin û serê sibehê jî tevgera eskerî dest pê kiriye.
Herêma bejahî ya di navbera gundên Sîsê û Derxûsê yên Licê tê topbarankirin. Gundî nikarin ji malên xwe derkevin û rêyên ku diçin van gundan jî ji aliyê eskeran ve hatine girtin.
ŞIRNEX/AMED