Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), nasnameya 17 şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê eşkere kir. 

Navendê hevrêyên xwe yên di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de şehîd bûyî bi bîr anîn û got, “Ji 24’ê Tîrmehê heya niha hema hema li her devera Kurdistanê bi pêşengiya ciwanên Kurd berxwedaneke dîrokî dimeşe. Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî ya rêveberiya xweser de yek ji navendên berxwedanê Şirnex e. ” 

YPS´ê bi bîr xist ku wan beriya niha sicîlên hin şehîdên li qadên cuda yên berxwedana rêveberiya xweser eşkere kirine û got: “Di encama van xebatên me de di berxwedana rêveberiya xweser a Şirnexê de şehadeta 17 hevalên me yên ku me dizanî şehîd bûne, lê ji bo nasnameya wan pêwîsîtî bi zelalkirinê hebû, nû hatine zelalkirin.” 

YPS´ê nasnameya şehîdên xwe eşkere kir û sersaxî ji malbatan û gelê Kurd re xwest. 


Nasnameyên pakrewanan

Abdullah Kulter ê li Şirnexê ji dayik bûyî 14 Gulana  2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Adil Biligî (Huseyîn Ozcan) sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Arîn Têkoşîn (Pervîn Ozel) a sala 1995´an li Mûşê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Bahoz Amed (Mûammer Guzel) ê sala 1985´an li Pasûra Amedê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Berxwedan Efrîn (Îdrîs Abdo) ê sala 1990´î li Helebê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Çiya Botan (Ahmet Ekîncî) ê sala 1997´an li Şirnexê ji dayik bûyî Gulana 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Dîrok Axtamar (Şahaser Dînçkal) a sala 1979´an li Wanê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Ferhat Ayhan ê sala 1997´an li Çiravê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Ferhat Zêrîn (Abdulbarî Oner) ê sala 1999´an li Hezex / Şirnexê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Gelhat Zana (Halîl Yilmaz) ê sala 1997´an li Nisêbînê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Mizgîn Garzan (Şukran Ataca) sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Serdem Bişar Amed (Mazlûm Akbalik) ê sala 1992´yan li Mêrdînê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Serhat Brûsk Botan (Ridvan Yilmaz) ê sala 1992´yan li Şirnexê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Şervan Nûman (Vedat Akin) ê sala 1992´ya li Bismilê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Têkoşer Nisêbîn (Bîrkay Urmez) 11´ê Gulana 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Xebat (Îsmaîl Beyter) ê sala 1999´an li Şirnexê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da; 

Zinar Gabar (Hatîp Yilmaz) ê sala 1999´an li Şirnexê ji dayik bûyî sala 2016´an li Şirnexê jiyana xwe ji dest da. 


ANF