Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK)’ê di dewama peyama xwe de wiha jî ragihand; “Şerê Qendîl ê 2011’ê ne tenê şerekî leşkerî bû. Şerê parastina nirxê însanî li hemberî êrîşên hovane û dagirkeran bû. Şehîd Simko weke kesayeteke siyasî û bi wergirtina fikirên Apoyî, ji Erbabawe heya çiyayên Zagrosê, sînorên dagirkeran rakirin. Simko diyar kir ku sînorên dagirkeran yên li ser xaka Kurdistanê bê wete ne.”
Fermandarê YRK’ê Şehîd Simko, 4’ê Îlona 2011’an de di şerê li dijî rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dabû.
NAVENDA NÛÇEYAN