Di daxuyaniya Fermandariya YRK’ê de tê gotin ku 4 gerîlayên wan li gundên Axalan û Dîwalan ên girêdayî Serdeştê li Eyaleta Mukriyanê li ser îxbarkirina sîxûr û caşên dewletê bi awayekî bêbextane dikevin kemînê û tên qetilkirin.
YRK di daxuyaniya xwe de, dibêje: “Li gel hişyarî û hesasiyeta hêzên me dewleta Îranê dest ji dijminahî û kiryarên bêbextî bernade. Em jî neçar dimînin bi awayekî aktîf parastina xwe û gelê xwe bikin.
Em weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê xwe yê welatparêz, malbatên şehîdan dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin. Kesên xayîn, sîxur, caş û bêbextan di nava xwe de qebûl nekin.
Di roja 11’ê Hezîranê de, hevalên me Yusuf Ehmedî bi nasnav Manî Çiya, Diyar Mumînî bi nasnav Fuat Agir, Hasî Qadirî bi nasnav Rêzan Koselan û Mehmet Elbîr bi nasnav Sîpan Cudî dema ku diçin ser erka xwe di navbera gundên Axalan û Dîwalan ên ser bi Serdeştê li Eyaleta Mukriyan dikevin kemînê. Di encama îxbara sîxûr û caşan de her çar hevalên me dikevin kemîna dijmin û bi awayekî hovane tên qetilkirin.”

‘Divê ciwanên Rojhilaterka xweparastinê pêk bînin’
Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê got, ew ê ji wan kesan ku destê wan di şehadeta gerîlayan de heye, hesab bipirsin û got, “Tola şehîdan ji wan were hildan. Li ser vê bingehê em ji malbatên şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin û êşên wan parve dikin. Pêwîst e ew bi hebûna ewladên leheng serbilind bin.”

YRK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li ciwanan kir ku tevlî nav refên gerîla bibin û weha hate gotin: “Dîsan divê keç û xortên ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê erka xwe ya parastina gel pêk bînin û beşdarî nav refên gerîla bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN