Yuksek destnîşan kir ku di çarçoweya bernameya Koordînasyona Dîplomasiyê ya Ewropayê de li Îngilistanê 2 rojan hevdîtinên girîn kirine û di van hevdîtinan de rojeva wan a esasî kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan hatî destpêkirin û xweserî bûye. Yuksek anî ziman ku pir girîng e kampanyaya azadiya Ocalan li Îngilistanê hatiye destpêkirin û da zanîn ku 3 sendîqayên herî mezin GMB, United û UNISON xwedî 6 milyon endam in. 
Yuksek anî ziman ku li Îngilistanê nêrîna hevpar ew bû ku Ocalan demildest bigihe azadiya xwe û wiha berdewam kir: “Ji bo vê kampanyaya azadiya Ocalan hate destpêkirin û dê ev kampanya li hemû Ewropayê belav bibe. Gelek dewlet piştgiriya kampanyayê kirin. Partiya Sînn Feîn a ku di meclîsa Îrlandayê de gelek bi bandor e jî piştgirî da. Me li Galer û Îskoçyayê jî ji partiyan piştgiriya wan xwest. Wan jî piştgiriya xwe diyar kir. Divê azadiya Ocalan bikeve rojeva hêzên navneteweyî.”
Yuksek diyar kir ku di heman demê de derbarê modelên xweseriyê yên weke Îrlanda, Galler û Îskoçyayê jî lêkolîn kirine û got: “Polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî daxwaza xweseriya demokratîk dimeşîne li Îngilistanê tê rexne kirin.” 




AZÎZ ORUÇ
/DÎHA/AMED