YXK´ê di 28-29’ê Nîsanê de li Akademiya Civaka Zanistiyên Mezopotamyayê ya Belçikayê wê yekemîn Konferansa Yeketiya Xwendekarên Kurd yên li Ewropayê li dar bixe. Çav li rêye ku bi taybet ji welatên Elmanya, Danîmarka, Swêd, Norweç, Swîsre, Hollanda, Avusturya, Fransa, Îngilîstan, Polonya û Belçikayê xwendekar tevlî konferansê bibin.
YXK´ê bi konferansê dixwaze li tevayî Ewropayê di navbera xwendekaran de yeketiyek saz bike, bername û plansaziya wê çêbike.
YXK’ê der barê amadekariyên konferansê de daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand rol û misyona ciwanan ya di têkoşîna azadiya kurd de. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Bi salane hem di avakirina rêxistinên xwe yên ciwanan de û hem jî di nav saziyên kurdan, saziyên din de ciwan bi awayekî çalak cîhê xwe digirin. Bi van tevlêbûnên xwe jî berpirsayariyeke mezin digirin ser xwe. Gelek giring e ku ciwanên kurd di xebatên civakî û rêxistinî de cîh bigirin... "
Di daxuyaniyê de YXK asta têkoşîna gelê kurd û yekîtiya gelê kurd ku kurd îro gihaştine destnîşan kir û diyarkir ku divê ciwanên kurd di xurtkirina têkoşînê de pêşengiyê bikin. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî dibe: "Bi taybetî jî xwendekarên Kurdistanê xwedî ezmûnên hêja û giranbiha ne. Di têkoşina azadiyê de nifşên ciwan hêviyeke pir mezin e. Di dirokê de jî tê ditîn, ku ciwanên xwendekar di nav tevgerên azadî de di 1970´an û 1980´an de pêşengiyekî şoreşgerî kirine di guhertina civakê de rol lîstîne. Ev rewş ji bo Kurdistaniyên li Ewropê dijîn jî ne rewşeke cuda ye. Xwendekarên ciwan û tevgerên ciwanan ji bo têkoşina gelê xwe dikarin pêşengiyeke mezin bikin. Lê belê ji bo vê yekê pêwîste ku berî her tiştî pirsgirêka herî mezin ya rêxistinbûyînê were çareserkirin."
BRUKSEL