Zêdeyî 200 xwendekarên Kurd û înternasyonal ji bo tevlî kongreya YXK’ê bibin li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê civiyan. Kongre bi dirûşma “Serî hilde û xwedî li şoreşê derkeve” pêk hat. Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Huseyîn Çelebî, şehîd Barîn Kobanê, şehîd Avesta Xabûr, Şehîd Fîraz Dag û pankarta bi nivîsa “Serî hilde û xwedî li şoreşê derkeve” hatin daliqandin. Xurtkirina têkoşînê Di kongreyê de bi taybetî rewşa Efrînê hate nirxandin. Siyasetvanê Kurd, Mahsûm Korkmaz li kongreyê axivî, bal kişand ser tifaqa gemarî ya dewletan û got, “Weke ku tê dîtin, li Ewrûpayê di pêvajoya Efrînê de li dijî êrişkariya dewleta Tirk, têkoşîn hate kirin. Û ji ber ku Tirkiye dewletek e, rêxistinên li cihanê piştgiriya Tirkiyeyê kirin. Halbûkî, ji ber vê destekê, qanûnên xwe bi xwe binpê dikin. Li dijî zext û îzolasyona li ser Rêberê me tê ferzkirin, divê em têkoşînê xurt bikin. Divê ciwan vê têkoşînê bimeşînin.” Beşdariya înternasyonalîst Di kongreyê de nûnerên rêxistinên ciwanan ên navneteweyî jî amade bûn: Weqfa Jinên Azad a Rojava (WJAR), Ciwanên Azad, Interventionistische Linke -IL, Tifaqa Ums Ganze, Ciwanên Tamîlê, Young Struggel û YDG. Niştiman Botan li ser navê Ciwanên Azad peyivî û bi gotinên, “Bi ruhê şehîdan û îdeolojiya Rêber Apo em ê bi vê kongreyê berisveke xweş bidin siberojê” serketin ji YXK´ê re xwest. Piştî nirxandina siyasî, sînevîzyon hate nîşandan. Dûre semînerek li ser tevgera 68’an û têkoşîna li Ewrûpayê hate organîzekirin. Xwendekaran piştî semînerê proje û perspektîfên nû li ser paşerojê pêşkêş kirin. Dema nûçeya me dihat amadekirin, kongreyê dewam dikir ji bo diyarkirina rêveberiya nû ya YXK´ê. FRANKFURT