Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî li Parîsê di merasîma çalakiyên wêjeyî yên ji bo bibîranîna kurê wî yê şehîd de got, “Min sozek daye; heta ku Kurdistan ava nebe, ez namirim.”

Merasîma xelatdayînê ya Çalakiyên Helbest û Pexşanê yên Huseyîn Çelebî yên 27´an li paytexta Fransayê Parîsê çêbû. Li hola Espace Parîs-Est Montreuilê merasîm bi rê ve çû. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn û xelatên serketiyan hatin dayîn. Di çalakiyê de axaftinên siyasî jî hatin kirin û Hevserokê PYD´ê Şahoz Hesen di axaftina xwe de got, dinya hemû li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û weke Kurd ew ji her cure çareseriyê re jî amade ne.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo pakrewanên têkoşînê dest pê kir. Li ser navê YXK/JXK’ê Zade Şengal destpêkê axivî. Bavê Huseyîn Çelebî, rifat Çelebî di bernameyê de axivî û got, “Min sozek daye; heta ku Kurdistan ava nebe, ez namirim.”

Berdevkê Jûriyê Kakşar Oremar jî bal kişand ser dagirkeriya Tirk a li dijî Rojavayî Kurdistanê û got, “Erdogan wê sala 2023’yan ne li ser desthilatê be. Em vê dibînin. Erdogan ji yekîtî û felsefeya me ditirse. Kurdan li Rojava ronesansek çêkiriye. Çavê wan li vê bar nabe. Li Sûriyê 500 hezar mirov mirin. Di nava van de bi hezaran şehîdên me hene û me beramberiya vê jî stand.”

‘Em ê pergala xwe dewam bikin’

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî li bernameyê axivî. Şahoz Hesen got, ew li Sûriyê ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşin, felsefeya wan jî îlhama xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire. Wî got, li Rojava wan pêşengî li pergaleke mezin kiriye û yên ku li dijî vê pergalê ne jî bi tevahiya taqeta xwe êrişê dibin ser wan.

Hesen fikra li pişt êrişên dewleta Tirk weke “pirr sivik” bi nav kir û got, “Azadiya gelê me dikin hedef. Me şerek kir û pergalek danî. Em ê dewama vê jî bînin.”

Cihan hemû li ber dagirkeriyê rabû

Hesen li ser agirbesta di navbeyna DYE û TC’ê de jî got, “DYE û TC’ê di nav xwe de agirbestek kir. Ji bo Rojava me bang li artêşa Sûriyê kir. Ji bo parastina sînoran hatin. Em ji her cure rêya çareseriyê re hazir in. Cihan hemû li ber vê dagirkeriyê  rabû.”

Piştî axaftinan, Diyar Mehrovî stran gotin û xelatên kesên di çalakiyên wêjeyî de bi serketî, hatin dayîn.

Serketiyên çalakiyên wêjeyî

Di beşa helbesta Kurmancî de Nedîme Yaklav, Şakir Dalkilip û H. Mehmet serketî bûn û li gorî rêzê bûn yekemên, duyemîn û sêyemîn. Di beşa helbesta Kirmanckî de Baran Heval hêjayî xelatê hat dîtin.

Di beşa çîroka Kurmarnciyî de Ramazan Kiran, Îsa Kaya û Mesûr Yurtsever xelatên yekemînî, duyemînî û sêyemîniyê wergirtin.

Di beşa helbesta Tirkî de Burhan Guneş, Ozan Alpkaya, Senar Abî, di beşa çîroka Tirkî de Zeynî Arat, Îlhamî Çinar û Nûrî Ozen hêjayî xelatê hatin dîtin.

Piştî ku xelatgiran xelatên xwe wergirtin, Yelda Abbasî û koma Hîvron derkertin ser dikê stran gotin.

 

 PARÎS