Dîrok nasname ye û ez vedigerima Kobanê.
Gundê Serzorê, di dibistana gund de, 11 şervanên YPG/YPJê, di roja 16 îlona 2014, nasnameya dîroka sedsalê dinivîsin. Çeteyên DAIŞê dora dibistanê girtin û bi tank û topan êrîş kirin. Destpêka Romana Kobanê; Şervanek dibêje: “em bi tu rengî teslîm nabin”, fermandar Meryem Kobanê jî agahiyan didê hevalên xwe: “Ew, bûne yekemîn cangoriyên romana vê berxwedanê”
Waqanivîs: Evîna bê welat nabê evîn... Bi gotina “evînê” re rûdêna Serhildan ronî bû, awira Mizgîn ev ronahî zemt kir, di serê wê de jî berwedana dibistanê, wek tevahiya berxwedana Kurdistanê xuya kir... Dîmenekî wek kilîda wê rojê û rojên ku werin derkete holê.”(Romana Kobanê)
Kurd, êdî cûda li cîhanê dinêrin, dîrokê cûda dinivîsin.
Dîrok, ji neynikê bêhtir e… Neynika cîhanê şikestiye… DAIŞ û El Nusra, yan jî Ahrar al Şam şikestina neynikê ye... Vegera agirî-sûzan e... Lê akademisyenên Tirkiyê û cîhanê wek Ibn-î Haldun ji “agir-î sûzan” ne reviyan... Vedigerim, ji Ocalan not digirim:"Li welatê navenda şaristaniyê û herêmê kaosa derketiye holê, petixandin-îflasa netew-dewlet’cik‘ û paydarên desthilatdariyê, bi her awayî eşkere bûye.“
Peymana Sykes Picot, xiyaneta li dijî kurdan e, xiyanet dewam dike. Hêzên global xiyanet li bextê xwe kirin, îro jî mecburî Kurdan bûne û li devê deriyê Kurdan e.
Dîrok nasname ye. Îro jî “hod-perest” Tayyip Erdogan, xiyanet li bextê xwe kir, piştre li Kurdan kir. Red-î Dolmabahçe, îxaneta Erdogan li bextê Erdogan e û piştre li Kurdan e. Kurd dibêjin, di pêvejoya çareseriyê de kurd hatin mijul kirin. Ne wisa ye, muxatabên Kurdan xiyanet kirin: Pêşî li xwe, piştre li Îmralî, li masa çareseriyê û li gelê Kurd xiyanet kirin. Kurd, îro jî pêvejoyê diparêjin, eniya li hember, desthilatdariya “has-pûş” AKP'ê, îro jî xiyanetê li bextê xwe dike.
Ez difikirim; dîroka sedsalê ya Tirkan îxaneta li bextê paşverû û “wahşet-abad” e.
Îro, em fêm dikin, şûrê demokles heye, lê şûrê demokrasî çênabe. Çima, ji ber ku, Donkîşot dijî, hejmara wan jî zêde bûye. Şanso Panço çiqasî Donkîşotan şiyar dike jî, ew êrîşî aşên bayî dikin û di encamê de baskên “aşê bayî” Donkîşot hildide hewayê û li erdê dide. Dîrok nasname ye û dibêjim: Zap, waqanivîsa têkçûna Artêşa Tirk e… Koban têkçûna Dewleta Tirk e. Çiqasî “Ba’de harabil-Basra” li Cizîrê, li Surê bikin û navçeyên bakurê Kurdistanê xerab bikin jî, xêr nake…
Murad Karayilan, dibeje “ev fermana dîrokî ye” û berxwedana gelê Kurd dîrok e.
Waqanivîs: Li Cizîrê di avaniya 3 qatî de, 23 birîndar û 5 cenaze, di bodruma avaniyê de, dibin kavilê xaniyê bi top û tanqên Artêşa Tirk hatiye hêrvandin, sloganan diqîrin, “em teslîm nabin”… Cenaze jî sloganan diqîrin û dengê wan digihe şehîdên gundê Serzorê!...
Selwa, di destê çeteyên DAIŞ'ê de, dibêje “Sê rê hene, yek mirin e, rizgarî ye, yek rev e, ew jî rizgarî ye, teslîmbûn mirin e, ew rê tune… (Birîna Daxdayî Şingalê).
Dîrok nasname ye…. Dûbare dikim: Di yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê de, 23 birîndar û 5 cesedên di bodrumê de bûna “hasna-î hûsna”yên nasnameya serketinê…
Cemîl Bayik dibêje: Wê Kurd hesabê vê zilma ku dikin bipirsin.
Not digirm: Teqeze ye!... Duran Kalkan jî dibêje. Têkiliya xwe ji dewleta ceberrûd qut bikin.
Faşîzm bi xwînê abad nabe, dîmen dibêjin:
Zarokên 6, 7 salî, dîwarên parastinê çêdikin. (26.01.2016) Di dîmenên televizyonan de jineke kal pêşengiya zarokan dike, kevirên kolanê dibin û dîwarê parastinê çêdikrin, dîwar biqasî bejna sê mirovan qalind e. Jineke navser, bi kompresorê kevirên kolanê radike, zarok jî wan keviran dikişînin. Jina kal, hostatiyê dike û diwarê hişkeber bilind dikin.
Dîroka bazirganî hatiye “mûlga” kirin. Ev dîroka bi zift û petrolê reş bûye û bûye kefen. Kefenê reş faşîzm e…
Faşîzma sedsalê bi pêşengiya dewşirmeyên AKP'ê, li Ewropa jî bayê xwe diblivîne… Bi desteka monarşîkên Hicazê li Cineve jî derkete pêşiya Kurdan, xêr nake.
Dîrok nasname ye…
Not digirim: Deewleta Tirk wê nikaribe di tola Zapê de serbikeve, meşrûiyeta faşîzmê çênabe, Kurdan jî, li hemberî faşîzmê xwerêveberiya herêmî ilan kir û şerê wê dikin.
Sê dîmen: Yek, Li Stalingradê, bajarekî xerabe û di kolanê de keçên ku serkertinê pîroz dikin sloganan diqîrin…
Du, li Berlînê di şerê 2. Yê cîhanê de, encama faşîzma Hitlerîstan, bajarekî wêrane, mirovekî westiyayî, ala serketinê dihejîne û di kolana tejî hêrik de dimeşe…
Sê, li Kobanê bajarekî xerabe û mirovekî tenê, du alên serketinê hilgirtine, yek avêtiye ser milên xwe, ya din jî bi serê kijuleyekî ve kiriye û bi her du destan dihejîne…
Dîrok nasname ye û Tirkiyê têkçûnekê dijî…
Nûnerên AKP'ê yên di hevdîtina Joe Biden de, du Kurdên ne Kurd “oglu” bûn. Oglu, dewşîrme ne, Sîsyank’ên li ser kelaşan e, xenîmetkarên “sêva sor” in”… Welll tit!...
Encam dewleta tempon û defactoya Bakurê Kurdistanê…