
Derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe, ku bi 3 kurtefilman 98 xelatên sînemayî bi dest anîn, yekemîn filma xwe ya metrajdirêj a bi navê “Zagros” temam kir.
Sehîm Omer Xelîfe derbarê yekemîn ezmûna xwe ya filma metrajdirêj de dibêje, “Karê derhêneriya kurtefilmam û filmên metrajdirêj pirr ji hev ne cuda ye. Lê dîsa jî Zagros ji bo min ezmûneke nû û girîng bû.”
Film behsa serpêhafilmtiya şivanekî kurd ê ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Zagros dike, ku pirr hez ji hevjîna xwe Havînê dike. Ji bo Zagros Kurdistan buhişt e, lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin Belçîkayê. Paşê Zagros jî biryarê dide li pey wan biçe derveyî welatê xwe.
Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan û gotegotan dibihîse, êdî weke berê jê bawer nake. Lewma dixwaze careke din vegere welêt.
Nakokiya di navbera gund û bajêr
welat û xerîbistanê de
Derhêner Sehîm Omer Xelîfe bi xwe li Belçîkayê niştecîh e û wî hunerê sînemayê di asta dibistana bilind de xwendiye. Derbarê çîroka filmê de dibêje, wî şivanek kiriye karakterê sereke yê filma xwe. Naveroka filmê behsa wê dike, ku Şivanê Kurd li ser jîngeha xwe mezin bûye lê dema diçe bajarekî qerase yê weke Brukselê, nikare xwe li gel jiyana wî bajarî biguncîne û lewma xwe careke din davêje himbêza welatê xwe.
Dîmenên filmê bi pirranî li Bakurê Kurdistanê hatine girtin. Sehîm Omer Xelîfe li ser girtina dîmanên, dibêje, pêwîst dikir, ku ew kesên di filmê de cîh digrin kesên ji Bakurê Kurdistanê û aktorên xwedan ezmûn bin.
Xelîfe di 3 kurtefilmên xwe yên berê de rol nedaye aktorên xwedan ezmûn, rol daye kesên asayî. Lê ew dibêje, li Bakur kesên bi ezmûna filman hebûn, ji bo vê filmê jî ew pêwîst bûn.
Derhênerekî di asta navneteweyî de serketî
Beşekê ji dîmenên filmê jî li Yewnanistanê hatiye girtin. Xelîfe diyar dike, di dema tomarkirina dîmenan de gelek zehmetî derketine pêşberî wan. Lewma wan Yewnanistan hilbijartiye, ji ber ku cografya vî welatî nêzîkî ya Kurdistanê ye.
Belçîka piştgiriya darayî dide filmên Sehîm Omer Xelîfe. Filmên wî heta niha di festîvalên cîhanî de bi kurtefilmên Messiyê Bexdayê, Welatê Şampiyonan û Nêçîrvanê Xirab, 98 xelat wergirtine.
Filma Zagros dê li gel 11 filmên din beşdarî 44´emîn Festîvala Navneteweyî ya Filman a Gentê bibe, ku wê di navbera 10 û 20´ê Çiriya Pêşîn de li Belçîkayê bi rê ve biçe.
Zagros wekî din wê beşdarî 18´emîn Festîvala Navneteweyî ya Filman a Areskeyê bibe, ku ji 3 ta 12´ê Çairiya Paşîn wê li bajarê Ares ê Fransayê bi rê ve biçe.
Kadroyeke xurt
Di filma Zagros de Yusuf Çetin, Feyyaz Duman, Suat Usta, Maaike Neuville, Halima Ilter û hunermend Hozan Brader rol digrin.
Zagros berhemeke hevbeş a Belçîka û Holandayê ye. Hilberînerê sereke yê filmê Dries Phlypo û Sehîm Omer Xelîfe ne. Herwihga Jean-Claude van Rijckeghem û Sehîm Omer Xelîfe senaryoya wê nivîsîne.
Filma Zagors 15´ê Çiriya Paşîn wê li sînemayên Belçîkayê bête nîşandan.
Du salan ser hev kurtefilmên “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” di nava 10 kurtefilmên namzetê Xelata Oskarê ya kurtefilman bû.
Sehim Omer Xelîfe kî ye?
Filma Zagros yekemîn filma metrajdirêj a derhîner e. Derhînerê ji Başûrê Kurdistanê sala 1980´yî ji dayik bûye û 20 salî li Belçîkayê bi cih bûye. Ew pêşî fêrî Flamanî dibe û paşê jî weke wergêr kar dike. Piştî wê jî li dibistana filman a Sint-Lukas a li Brukselê sînema û filmçêkirin xwend. Filma wî ya teza bidawîkirinê, kurtefilma Nan (2008) bû. Weqfa bi navê Flanders Audiovisual Fund li ser vê kurtefilma wî bursek dayê û bi vê bursê, wî yekemîn kurtefilma xwe ya profesyonele çêkir bi navê Welatê Lehengan (2010); dîmenên vê filmê jî li Başûrê Kurdistanê girtin. Film li gelek festîvalan xelat wergirtin û Berlinale ya 61. di beşa Generation-section de xelata taybet a juriyê wergirt. Paşê jî kurtefilmên wî Messiyê Bexdayê (2012) û Nêçîrvanê Xirab (2014) di nava 10 kurtefilmên namzetê xelata Oscarê de cihê xwe girtin. Filmên wî ji 250 festîvalan 98 xelat ji wî re anîn. Sala 2016´an Sehîm Omer Xelîfe epîzodeke rêze-belgefilma Steenweg (National Road) çêkir. Ev film Adara 2017´an li Docvilleê di festîvala belgefilman a Louvainê (Belçîka) weke filma herî baş hat hilbijartin.
Brader li sînemayê vegeriya
Di kadroya filma Zagros de Feyyaz Duman bi rola Zagros radibe. Feyyaz Duman li Mêrdînê ji dayik bûye û li Stenbolê mezin bûye. Ew sala 2000´î di filma Fotograf a Kazim Ozde dulîze û dest bi sînemayê dike. Ji hingê ve ew di filmên “Si tu meurs, je te tue / tu bimirî ez ê te bikujim” û My Sweet Pepper Land ên Hiner Salim de lîst. Ji performansa xwe ya di Kilama Dayika Min de xelata aktorê herî baş wergirt.
Halima Ilter a ku bi rola Havîn radibe li Koserê ji dayik bûye. Tevî dayika xwe dema du saliye pena xwe gihandiye Elmanyayê. Halima 22 salî dest bi aktoriyê dike, bi rastî serketina wê bi filma After Spring Comes Fall/Piştî Biharê Ketin e, çîbû, lewma ev film ji bo Berlînale ya 2016´an weke namzet ji Hirça Zêrîn re hat nîşandan û ew jî aktora sereke bû. Daria Hachem Mohamed Gulli ya bi rola Reyhanê radibe sala 2005´an li Zaxo ji dayik bûye û ev ezmûna wê ya pêşî ya sînemayê ye.
Hozan Brader Musikî ku bi rola Ebdule radibe, beriya niha zî di sînemayê de weke aktor cih girtibû. Bi vê filmê jî dîsa li sînemayê vegeriya.
Suat Usta ku filmê de Dara ye sala1982´yan li Mûşê ji dayik bûye û niha li Stenbolê dimîne di navê de My Sweet Pepper Land û Bibîranînên li ser Kevir û 14´ê Tîrmehê jî di 5 produksiyonên filman de bûye xwedî rolên girîng.
Elvan Koçer a ku Eliz e, sala 1982´yan li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, bi komên şanoyê hîna 12 salî tecrûbeya xwe ya destpêkê ya aktoriyê bi dest aniye, paşê jî çûye akademiya şanoyê. Ew di gelek kurtefilm û rêzefilmên ji bo kanalên televizyonê de bûye xwedî rol. Ew di heman demê de derhêner û mamosteya dersên aktoriyê ye jî.