Zaliman kulîlkeke din çirpand
Onur Ozalp ê 5 salî, dema ku xafil li devê deriyê mala xwe dilîst, li Hezexê wesayita zirxî ya polîsan lê qelibî. Onur ê piçûk, piştî dermankirina 9 mehan jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Jêr ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, 18’ê Kanûna 2017’an wesayiteke zirxî ya polîsên Tirk li Onur Ozalp xistibû ku li ber mala xwe dilîst.
Ozalp bi giranî birîndar bûbû û piştî dermankirina li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê, ew hatibû berdan. Ozalp li malê bi cihazê ve girêdayî dima. Lê doh danê sibehê Onur ê piçûk jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onur Ozalp wê li Hezexê were veşartin. ANF / ŞIRNEX