Di dîroka mirovahiyê de, 'zanabûn' û 'zanyarbûn' gelek caran mîna heman tiştî hatine fêhmkirin. Lê zana kesekî din, zanyar kesekî din e. Qasî reş û spî ji hev cuda nebin jî, em dikarin bêjin ne wek hev in û ne heman tişt in. Zanabûn, an jî zanebûn zêdetir xwe li têgihiştinên agahiyan nîşan dide. Kesên zana hin tiştan zanin, têdigihîjin, fêhm dikin, li ser hin tiştan hûrdinêrin, analîzên xurt pêk tînin, aliyê fikirandin û têgihîştinê ve bi hêz û bi quwet in, hereket û tevgerên xwe dikarin gorî zaniyên xwe saz bikin, lê dîsa jî ew kes ne zanyar in. Ji ber ku zanyar; ji bilî zana û têgihîştinê bitecrube ne, guhtêjî û dana aqil in, di nava jiyanê de gelek agahî, raman, fikr û felsefe danehev kirine, xwendine, xeynî vê jî tevî hêjahî, nirx û aqilê ve gav diavêjin, gavên xwe û gotinên xwe gorî van tiştan bisînor dikin, saz dikin... Nirxdarî esas digrin, dilsoz û biwefa ne...
Wekî Edward Seîd her çiqasî li Amerîkayê bijîn jî, rîtmên dilê wan li Filistînê diavêje. Ne bîrkor in, ji bîr nakin, ji ku hatine û rêwîtiya wan seba çiye, tev zanin û her tim ji mijoyê xwe dernaxin. Hevalên xwe, rûspiyên xwe, şêwirgeh û şêwirmendên xwe dizanin û tu car wan naêşînin, di gel êşa wan tu gavek jî navêjin, heval û hêjayên xwe tu car bi gotin û hereketên xwe ve dilmayî nakin, nadin xeyidandin...
Ne tenê bi zanîna xwe, di heman demê de bi ehlaq û wijdanên xwe ve, bi nirx û rûmetên xwe ve, bi dîrok û axên xwe ve, bi qedr û qîmetên mirovahî ya hevpar ve dijîn... Behna wan her tim fireh e, dostî jî zanin dijmintî jî, hêza wan bi dostî re jî bi dijmintîre jî têr dike, lê ramanên wan her tim li ser biratî, aşitî û wekhevî dişuxule... Ne bi nezanî, bi dilnizmî, bi tewazû, ji herkesî re dilê xwe vedikin, ji axaftinê natirsin, wekî ku ji şer jî natirsin...
Dema berxwedanê ber xwe didin, dema axaftinê jî bi mêjiyeke tijî ve qise dikin, tev herkesî, tev her qewmî û tev her zimanî... Ji milê baweriyê hê xurt in, xwe bawer in, tu car ji tu tiştekî û ji tu kesekî natirsin. Lê ne siviktî, cesaretên wan ji zanyariyên wan tê... Talûkeyên veşartî jî dibînin, yên berçav jî... Ne tenê pirsgirêkên xwe mijûl in, li ser pirsgirêkên hemû mirovahiyê xwe kûr dikin, peywendî û tekiliyên wan ji hemû pirsgirêkên însanan in... Tev pirsgirêkên hemû însanan, hemû xwezayê xwe diêşînin... Bi pîvan in, gorî pevajoyan tevnagerin, hin caran firsendên herî biqezenc jî nabînin... Gelek minak hene ku ew kesên zanyar, hin caran berjewandiyên xwe, bi zanyarî ji jiyana xwe derdixistine, avêtine û tu car jî lê nanêrin. Wek dervêş in... Di nava vê behsê de ya herî girîng jî zanyar, bi taybetî, ji her tiştî wêdetir xwedî îrfan in.
Bîr û baweriya min ew e ku, îro, ji zanabûnê bêtir, hewcetiya Kurdan zanyarî ye. Îro ji bo Kurdan pêdivî ya herî mezin, meşeke bi sebr e... Pêwîste ku îro Kurd, ji her rojê bêtir bi feraseteke kûr û bi dileke nizm, bi rihekî berxwedêr têbikoşin û siyasetên xwe bişopînin.
Hin rojname û rojnamenûsên Tirk, zêdetir ji bo afirandina nakokiyên sunî hewl didin û xebatên qirêj dikin. Ew kesên ku di sifrê desthilatdaran rudinên, xwesteka wan, ji hev veqetandina welatparêzan û bi hev ketina wan e. Dixwazin buyereke bi vî rengî pêk bînin û ji dûr ve destên xwe mizbidin. Lê rojeva welatparêzî ne ew e... Hemû Kurd û kesên ku rûmet didin jiyana şoreşgeran, di meia Amedê de wê zanyariya xwe wek aleke sor rabikin û bersiveke zanyariyê bidin. Li Amedê, bi giyana Kemal, Xeyrî, Akîf, Elî û her wiha şoreşgerên gel, hêvîyên gelê ji nû ve xurt bikin.
Ez dibêjim bi vî awayî, meşê Amedê, wê hişê her kesî bi cih bike. Yên Kurdên di sifrê desthilatdaran rûniştine jî, yên ku ber bi xapandinê ne jî...