Her serdemê hinek taybetiyên wê hene. Li gorî wê jî hinek tişt zêdetir bi nirx in; heke bi em zimanê îro bibêjin zêdetir pera dikin. Bo nimûne di serdema koletiyê de tiştê girîng hêja fizîkî û hejmara koleyan bû. Di serdema feodal de hêza şer dîsa girîng bû, lê îcar girîngiya erd û zeviyan, xulam û cotkarên ku li ser van erd û zeviyan kar dikirin derketibû pêş. Di heyama kapîtalîzmê de serê pêşîn zineet û bazirganî, piştre sermaye û pîşesazî li pêş bûn.
Hiş û aqil, zanîn û pisporî di her serdemê de girîng in û pera dikin. Hizir û ramanên nû bikevin xizmeta çi warî, ew war bi pêş dikeve, zanîn û pisporî xizmeta kîjan desthilatiyê bikin, ew desthilatî di demeke kurt de geş dibe, qada xwe fireh dike. Zanîn û pisporî carinan ji bo çek û pûsatên şer, carinan ji bo pîşesaziyê hatine bikaranîn. Her demê zanîn û pêzanîn girîng bû, lê tu caran bi qasî vê serdema dawîn girîng nebûye. Îro zanîn û agahî çeka herî karîger, samana herî nirxdar e.
Pêşengên têkoşîna azadiya gelê Kurd ji Ehmedê Xanî vir ve bi vê yekê hesiyane. Ji bo vê yekê şerê têkoşerên Kurd her tim li dijî du tiştan bûye; xizanî û nezanî. Rûpelên çapemeniya Kurd bi nivîs û nirxandinên der barê xizanî û nezaniyê de mişe ne. Di van û nivîs û nirxandinan têkiliya xizanî û nezaniyê jî bi awayekî zelal li ber çavan hatiye raxistin. Lê mixabin piraniya Kurdan zêde haya wan ji van gotin û nirxandinan nebûye. Ew di nav xizanî û nezaniyê de vegevizîne, wan şûrê xwe ji bo desthilatdarên xwe hejandine.
Vê rewşê heta raperîna dawîn a azadiya gelê Kurd dom kiriye. Cara pêşîn têkoşîna azadiya Kurdan rengê têkoşîneke girseyî û gelêrî wergirtiye. Ji ber vê yekê niha her kes dibîne ku Kurd di warê hişyarî û hişmendiyê de bi pêş ketine. Lê heta kîjan radeyê? Mixabin ne heta hindê ku karibin ji dek û dolabên dagirkeran re serederiyê bikin, wan dek û dolaban têk bibin. Bi vî awayî jî hêvî û daxwazên xêrnexwazan di qirika wan de bihêlin û hêvî û daxwazên xwe pêk bînin.
Lê ev aliyekî mijarê ye. Aliyekî din jî ev e ku kadro û têkoşerên tevgera azadîxwaz zêde ji hêz û potansiyela zanyarî ya gel û civakê sûd wernegirtiye. Pirî caran zîhniyeta pozîtîvîst û dogmatîk nehiştiye ku hêza ramanî ya gel derkeve holê, gel bi bername û projeyên xwe riya têkoşînê veke, hêzê bide têkoşînê. Kadroyan xwestiye her tiştî bi ferman û talîmatan bi rê ve bibin, vê yekê jî rê li ber geşedana têkoşîna sivîl û demokratîk girtiye.
Wisa lê hatiye ku hinekan xwestiye bi zîhniyeteke hiyerarşîk, bi talîmatan pergaleke demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê jî di nav gel bername û projeyên sivîl û demokratîk ên li gorî felsefeya tevgera azadîxwaz pêk nehatine. Di encamê de bîr û ramanên nûjen ên azadiya gelê Kurd, bûne amûrên perwerdehiyeke dogmatîk û pergaleke hiyerarşîk.
Li şûna ku em sûc û gunehên dagirkeran nîqaş bikin, divê em hinekî li xwe vegerin. Em hêz û şiyana ramanî ya gelê Kurd derxin holê, destûrê bidin ku ew hêz û şiyan geştir bibe. Di encamê de dê ev hêz û şiyan bi projeyên sivîl û demokratîk riya çareseriyê veke. Bi kurtasî divê em xwe ji zîhniyeta desthilatparêz û dewletparêz rizgar bikin.