Têkiliya di navbera gotin û kirinê de jî têkiliyeke diyalektîk e û bi qasî têkiliya hebûn û ramanê girîng e. Ji mêj ve mirovan bala xwe daye vê yekê. Li ser vê yekê di zimanên cur bi cur de biwêj û gotinên pêşiyan pêk hatine.
Di zimanê Kurdî de dibêjin, ‘Bi gotina mêrê berê’. Çima wisa dibêjin, ji ber ku li gorî baweriya mirovan, ‘mêrê berê’ dema sozek dida serê wî jê tê de biçûya, soza xwe dianî cih. Di gotineke pêşiyan de jî wiha hatiye gotin, ‘Gotin û kirin’ yek e. Çima wisa hatiye gotin, ji ber ku gotin hêsan e, lê kirin ew qas ne hêsan e, ked û xebatê divê. Gotin piştî ku ji devê mirov derdikeve bi ber bayî dikeve û diçe. Lê kirin pirî caran dijwar e, bi êş û jan e. Di îngilîzî de ‘Saying is one thing, doing is another thing. (Gotin tiştek e, kirin tiştekî din e)’ hatiye gotin, ev gotin jî balê dikêşe ser dijwariya kirinê.
Kirin bi xwe re hinek binbarî û berpirsiya tîne. Erê rast e, mirov berhemên kirinên xwe berhev dike, lewma jî pêşiyan gotiye, ‘Dara xebatkaran bi ber e’. Mirov her tim tiştên rast nake, dibe ku mirov tiştekî şaş jî bike, lewma jî pêşiyan gotiye ‘Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro bi xwe kiro’. Her wiha ji bo encama xerab jî ‘Dermanê bixwekiran tune ye’ hatiye gotin.
Ji bo kirinê, gotin têrê nake, pêdivî bi zanînê jî heye. Ji ber vê yekê têkiliya di navbera zanînê de jî girîng e. Di pergala kapîtalîst de ramana serdest ev e ‘Zanîn desthilatî ye’. Ji ber di vê serdemê de ev raman bi kêrî deshilatdaran tê. Ferhenga Ekşî gotina ‘Zanîn desthilatî ye!’, wekî gotina Karl Marks tomar kiriye. Her çiqas di ser Marks re derbasî lîteratûra rojavayiyan bûbe jî, Fîrdewsî berî hezar salî ev gotin bi kar aniye. Di Şahnameyê de Firdewsî gotiye, ‘Tevana buved, her ke dana buved (Her kesê ku zana dibe, kara dibe)’. Piştî Fîrdewsî, Se’dî Şîrazî jî di berhema xwe Gulistanê de zanayê bê kirin, şibandiye dara bêber. Ji ber vê yekê li hemberî kirinên şaş ên alimên bê emel, Kurd dibêjin, ‘Bi gotina mele bike, bi kirina wî meke’.
Di Kurdî de der barê vê mijarê de gotineke balkêş heye, dibêjin; ‘Nizanim, rihetiya canim’. Piştî rêveberiya leşkerî ya sala 1980’yî li Tirkiyeyê civak li gorî vê gotinê tevgeriya, pirî caran xwe li nezaniyê danî. Ji bo gelek kesan jî tiştên ku dihatin zanîn bi tenê hatin ser zar û zimanan, lê tu caran kesî dil nekir an jî newêrî ji bo pêkanîna gotinên xwe tiştekî bike. Bi vê yekê re têkiliya zanîn, gotin û kirinê ji hev qut bû. Zanîn aliyekî ma, gotin li aliyekî ma û kirin li aliyekî din ma.
Tiştê ku di vê pêvajoyê de Tevgera Demokratîk a Kurdan ji rêxistinên din ên Kurd û tirk vediqetîne ew taybetiya wê ye. Wê bi têkoşîn û berxwedana xwe zanîn, gotin û kirin gihandin hev. Di dema herî dijwar de dest ji kirinê nekişand. Lewma jî têkoşîn geş û gur bû. Bi vê têkoşînê hişmendiya di gotinên ‘Bi gotegot mirov nare cot!’ û ‘Dara xweziyê şîn nabe!’ de li nav civakê belav bû. Civaka Kurd bi vê hişmendiyê hişyar bû, xwe nas kir û dest bi têkoşîn û berxwedanê kir.
Îro di nav têkoşîna azadiya gelê Kurd de ‘Zanîn berpirsî ye’. û ‘Berxwedan jiyan e!’ Ji ber vê yekê têkoşîn geş dibe, digel hemû êrîşên dagirkeran jî berxwedana gel bi ser dikeve. Niha ev bîr û bawerî di nav gelên Tirkiyeyê de jî belav dibe, êdî hişmendiya ku cûntaya leşkerî di nav civakê de bi cih kiribû şikestekan dixwe û cihê xwe bi hest û ramanên têkoşîn û berxwedanê re dihêle.
Zanîn, gotin û kirin