Li Helebê di encama teqîna ku roja çarşemê li Zanîngeha Helebê rû da 83 kesan jiyana xwe ji dest dan û 160 birîndar jî hene.
Li Helebê di Zanîngeha Helebê de teqînek di roja yekem ji ezmûnan pêk hat, derbarê mijarê de, li gorî agahiyên di ajansa Firaspressê de cih girtine 83 kesî jiyana xwe ji dest dan û 160 birîndar hene.
Çavkaniyên nexweşxaneyê de diyar kirin ku hejmara kuştiyan dibe ku zêde bibe ji ber ku rewşa gelek birîndaran dijwar e.
Ajansa Sana ya Sûriyeyê jî diyar kir ku komeke “terorist” ji Herêma Yermûk du bombe avêtin Zanîngeha Helebê, di encamê de bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek ziyana aborî li derdorê bû.
Li bajarê Helebê yê ku dilê bazirganiya Sûriyeyê bû, bajar di navbera 2 hêzan de hatiye parvekirin. Li aliyekî hin dever di bin kontrola muxalefeta çekdar de ne û hin taxên din di bin kontrola artêşa rejîma Sûriyeyê de ne. Li taxa ku 2 teqînên dijwar lê pêk hatin di bin kontrola hikûmetê de ye. Xwendekarên zanîngehê di roja pêşî ya ezmûnên xwe de rastî vê êrîşê hatin. Tevî ku kesekî berpirsiyariya van teqînên negrtiye ser xwe, ajansa fermî ya dewleta Sûriye da xuyakirin ku ew teqîn ji alî komên çekdar ve hatiye kirin. Ji xwe di hemû teqînên wiha ku qurbaniyên wan sivîl tu alî van bûyeran nagire ser xwe. Di bûyerên wiha de hikûmet û muxalefet her yek ji wan bûyerê davêje histê yê din.

Hevkariya Îranê

Ji aliyekî din ve şer û pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên rejîma Esed û muxalefeta çekdar de jî bê navber berdewam dikin. Hêzên dewletê roja sêşmê bi top û balafirên şer derdora paytext Şamê topebaran kir. Her wiha di topebaranê li Humsê de 10 kes hatine kuştin di nava wan de zarok û jin jî hene. her wiha li bajarê Bab ê ku di bin kontrola muxalefeta çekdar de jî êrîşên bi balafirên şer pêk hatin û êrîşên dijwar li dijî stargehên muxalefeta çekdar pêk hatin.
Sûriyeyê Sûrıyeyê Waîl Helqî bi serdaneke fermî çû Tehranê û bi berpirsiyaên hikûmeta Îranê re dest bi hevdîtinan kir. Li gorî ajansa fermî ya dewleta Sûriyeyê armanca serdana Serokwezîrê Sûriyeyê ji bo goftûgokirina mijarên hevbeş ên di navbera herdu welatan de ye. Li gorî daxuyaniya wezareta karên derve ya Sûriyeyê herdu welat bi şerekî dijwar ê bê mînak re rû bi rû ne û ji bo pêşîgirtina li vî şerê dijwar divê ku herdu welat ji her alî ve piştgiriya hev bikin. 

HELEB