Zanîngeha Kobanê sala nû ya perwerdeyê bi zêdekirina 2 beşan pêşwazî dike. Her wiha beriya 3 rojan destpêkirina qebûlkirina daxwaznameyên tomarkirinê di hemû beşan de ragihandibû. Tomarkirinê roja sêşemê dest pê kiribû û wê heta 13’ê Îlonê roja pêncşemê jî dewam bike. Her wiha navên ku hatine pejirandin dê piştî hefteyekê ji bidawîbûna tomarkirinê bên ragihandin. Rêveberiya zanîngehê zêdekirina du beşan; zanyariyên xwezayî li Zanîngeha Kobanê û Beşa Wêjeya Erebî li bajarê Girê Spî ragihand. Girêdayî şert û mercên tomarkirinê, rêveberiya zanîngehê ev şert rêz kirin: divê xwendekar ji Sûrî be, ji bilî zanîngeha Kobanê li ti zanîngeheke din ne tomar kirî be, divê bawernameya amadehî (zanyarî û wêjeyî) girtibe û her wiha rêveberiyê diyar kir ku girîngî ji bawernameyên Rêveberiya Xweser a Rojava tê dayîn. Wê bibe zanîngeha herî mezin Rêveberiya Zanîngehê bi bîr xist ku hejmara xwendekarên par gihaşt dehan xwendekar. Ev weke serketinekê ji zanîngeha Kobanê re dihesibîne. Hejmara kadroya perwerdeyê jî gihaşt 15 mamosteyan. Hinek ji wan li zanîngehên Heleb û Bass û zanîngehên din ên Sûriyeyê perwerde kirine, û gelek ji wan bawernameyên xwe yên lîsansa biling (master) qedandine. Dihat payîn ku beşên wekî endezyariya çandiniyê, dîrok, erdnîgarî û wêjeya Ingilîzî bihatana zêdekirin, lê ji ber hin kêmasiyan û ji ber firehnebûna avahiya zanîngehê, ev gav derneg ma. Zanîngeha Kobanê bi awayekî fermî di 10’ê Kanûna 2017’an de hate vekirin. Her wiha di 4’ê Nîsana îsal de Rêveberiya Xweser a Kobanê û bi hevkariya Rêxistina Hêvî, kevirê bingehîn ê projeya avakirina Zanîngeha Kobanê danî. Piştî bidawîbûna avakirina zanîngehê, tê payîn ku bibe mezintirîn zanîngeha Rojava û ew ê gelek xwendekaran ji derveyî Sûriyeyê jî pêşwazî bike. ANHA/KOBANÊ