Cîgirê Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Giştî ya Kelepûrê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Keyfî Elî di merasîmê de peyivî û got, "em kêfxweş in vê rêkeftina ji bo kolanên arkeoljîk li Kela Dwînê mohair bikini, lemma li gore rêûresma herêmî ev keel ya malbata Silhedîn e; lemma jî ji bo miletê Kurd û nasnameya wana neteweyî xwedî maneyeke girîng e. Em her weha bawer dikin ku ev proje wê alîkar be di zêdekirina tûrîzma li herêmê jî."

Destpêka hevkariyeke demdirêj

Karê kolana arkeolojîk li Kela Dwînê beşek e ji hevkariya perwerdehî û lêkolînê di navbera Zanîngeha Katolîk a Pazmany Peter li paytexta Mecaristanê Budapeşteyê û Zanîngeha Selehedîn li Hewlêrê. Çav li rê ye ev hevkarî xurttir bibe. Armanca projeyî ew e ku li dîroka vê keleya ji serdema navîn e, bigere. Kele li ser girekî yeû 60 kîlometroyan li bakur-rojhilatê Hewlêrê ye. Tîma lêkolînê pêşî wê lîkolîneke jeodedîk bike da ku bi awayekî sêalî (3D) dîwarên kelê, avahiyîn li derdorê û goristanê skan bike.
Li ser nave zanîngeha mecar serokê departmana arkeolojiyê Dr. Balazs Major  rêkeftin mohr kir. Major di merasîmê de malavahiya Şirketa MOL Group´ê kir ku di warê madî de kolanên arkeolojîk ên li Kela Dwînê destek dike û sponzorê projeyê ye.

Şirketa MOL Group yek ji şirketên petrolê yîn navneteweyî yîn pêşî bû ku li Herêma Kurdistanê dest bi kar kir. Nûnerê şirketê Szabolcs I. Ferencz kêfxweşiya xwe ji hevkariya xwe îfade kir û got, ew herweha xweşhal e ku bi rêxistina alîkariyê ya mecar Interchurch Aid´ê alîkariyî dikin ji bo birîveberina alîkariya ji bo kesên bi darê zorî ji cih û warên xwe hatine kirin. Çirket ji 2007´an ve li Herêma Kurdistanê aktîf e.

HEWLÊR