Zanîngeha Rojava ji bo ku xwendekarên xwe di dema karantînayê de ji perwerdeyê bêpar nehêle, dersên online wê bide. Projeyeke bi navê `Zanîngeha Kurdî ya Online` bi hevkariya mamosteyên zanîngeha INALCO ya Fransî, beşa zimanan destpê dike. Perwerde wê bi rêya înternetê ji aliyê çend mamosteyên pispor ve bi awayekî online bê dayîn. Mijarên perwerdê wê li ser ziman, zimannasî û wêjeya Kurdî bin. Perwerde wê 8’ê Nîsana 2020’an destpê bike û heta roja cejna zimanê Kurdî dewam bike. Piştî ku semîner bi awayekî online hatin dayîn, di dawiya perwerdeyê de her kesa/ê ku beşdar bûye wê lêkolînekê pêşkêş bike. Kesên ku lêkolîna wan bê pejirandin wê belgeya bidawîkirina vê perwerdeyê bi dest bixin. Tevî ku bername hîna bi temamî bi dawî nebûye jî, bernameya heta niha diyar a kesên ku wê dersan bidin û dersên wan jî ev in: “Zimannasî û Ferhenga Kurdî” Michael Chyet (Washington) “Wêjeya Klasîk” Michiel Leezenberg (Amsterdam) “Mîtolojî û felsefe” Michiel Leezenberg “Zimannasî û Fonetîka Kurdî” Abdilwehab Xalid Mûsa (Dihok) “Etnopsîkolojî û trawma” Jan Îlhan Kizilhan (Stuttgart) “Medya û Civak” Janroj Yilmaz Keleş (London) “Sosyolinguistîk an zimannasî û civaknasî” Cafer Şeyxulislam (Toronto) “Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21)” Dawid Yeşilmen (Essen) “Wêjeya Kurdî (heta sala 2000)” Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs) “Zaravayên kurdî, Zazakî û Kurmancî” Hacer Petekkaya (Qamişlo) “Sosyolojî, Antropolojî û Wêje” Serdar Ay, Adnan Çelik (Paris) “Wêje û Wêjeya Kurdî” Joanna Bochenska (Krakov) “Metodolojî û lêkolînên zanistî” Îbrahîm Seydo Aydogan “Zimannasiya Kurdî” Îbrahîm Seydo Aydogan QAMIŞLO