Li Rojavayê Kurdistanê di nav 5 salên xebata bê rawestîn de, dikaribû ji refa yekemîn a dibistana seretayî heya bi akademî, peymangeh, fakulte û zanîngehan, sîstemek altirnatîf a perwerdeya bi zimanê dayikê û çanda demokratîk, ku xwe dispêre felsefeya jiyana nû (civakeke demokratîk, ekolojîk, azad û wekhev) ya altirnatîfa modernîteya kapîtal ava û sergiha bike.

Gava dawîn ku heya niha di vê pêpelokê de hatiye avêtin, avakirina Zanîngeha Rojava bû.

3 fakulte û 9 beşên perwerdeyê

Ev zanîngeha; gavek din a di riya gihandina pergala perwerdeya li herêmên Xweseriya Demokaratîk e. Komîteya Amadekar a vekirina zanîngehê, di 4’ê Tîrmeha 2016’an de û bi amadebûna Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê ji raya giştî re îlan kiribû ku ew ê li Kantona Cizîrê zanîngehekê ava bike.

Zanîngeha ku amadekariyên vekirina wê dihatin kirin navê “Zanîngeha Rojava” girt. Niha jî xebatên amadekirina wê bi serî bune û ji 2’ê Cotmehê ve deriyê qeytkirinê li pêşiya şagirtan hat vekirin.

Zanîngeh ji 3 fakulteyên Endezyarî, Perwerde û Zanist û Wêjeyê pêk tê. Her fakulteyek ji van gelek beşan digire nav xwe. Bi gîştî 9 beş in: Fakulteya Endezyariyê (Endezyariya Petrol, Petrokîmîk û Çandiniyê), Fakulteya Perwerde û Zanistê (Mamosteyê polê, Bîrkarî (matematîk), kîmya, Zanistên Xwezayî, Dîrok, Erdnîgarî (ceografîk), Zimanê Kurdî) û Koleja Wêjeyê (Wêjeya Kurdî).

Mercên qeytkirinê

Ji bo sala yekemîn a xwendinê, hemû xwendekarên ku bawernameya dibistana Amadeyi (lîse) stendine dikarin xwe li beşên fakulteya Perwerde û zanistê qeyt bikin. Ji bo fakulteya Endezyariyê divê xwendekar herî kêm bawernameya Amadeyî de pileya 1500 kom kiribe. Her wiha ji bo fakulteya wêjeya Kurdî jî hemû kesên ku zimanê Kurdî dizanin dikarin xwe qeyt bikin. Heya dîroka amadekirina vê nûçeyê nêzî 800 xwendekarî xwe li zanîngehê qeyt kiribûn.

Avahiyên hemû kolejan li bajarê Qamişlo ne. Bi tenê kolejên Petrol û Petrokîmîk li bajarê Rimêlan in.

Metryalên cîhanî û mamosteyên pispor 

Di nav ger û lêkolîna xwe ya derbarê zanîngehê de em derbarê madeyên ku di her beşekê de dê bên dayîn û mamosteyên ku perwerdeyê bidin agahdar bûn. Li gorî vê çavdêriyê, made û meteryalên ku di fakulteyan de dê bên dayîn di aliyê zanistî û pisporiyê de heman madeyên zanîngehên cîhanê ne. her wiha mamosteyên wê jî kesên xwedî bawernameyên Doktora, majistêr û bekeloryos in ku piraniya van xwedî tecrubeyên salên dirêj ên perwerde û pisporiyê ne.

Lê balkêş e ku, di nav madeyên her fakulteyekê de madeyên Zimanê Kurdî, Neteweya Demokratîk û Çanda Demokratîk hene.

(Em ê di beşa duyemîn a vê rêzika rapora xwe de madeyên ku wê di her kolejekê de bên dayîn û navên mamosteyên wan tevî sîstema wan a perwerdeyê parve bikin.)

Sîstem cihêreng e! Ezmûn nîn in 

Lê tişta ku zanîngeha Rojava ji zanîngehên din ên li cîhanê vediqetîne, sîstema wê ya perwerdeyê ye. Di vê zanîngehê de ew ê sîstema ezmûnên salane tune bin. Ew ê sîstemek ekademîk a altirnatîfa şêwaza heyî hebe. Wê ‘roja xwendekar’ ezmûna wî be û pileya wî ya dawiya salê jî bi proje, tevlêbûna wî ya rojane ji semîner û perwerdeyê re, lêkolîn, xebat û xwendina wî, diyar bibe. Li gorî rayedarên zanîngehê; “Bi vê yekê re tê armanckirin ku xwendekar her dem di nav lêkolîn, xebat, perwerde û çalakiyan de be.”

Werzê salê 3 ne, bêhinvedana havînê nîne

Li aliyê di dê sîstema perwredeyê li şûna 2 werzan, 3 werzên xwendinê salane be. Her werzek di navbera 3-4 mehan dirêj bike. Yanê sal wê bi temamî di nav xwendinê de bibore (betlaneya havînê nîne), tenê ji bo bêhinvedanê ew ê di navbera her werzekê de hin rojên bêhinvedanê bên diyarkirin.

Pêdiwî bi kadroyên akademîk heye

Li gorî Dr. Dr.Ehmed İbrahîm ku doktorê fakulteya endezyariya petrolê ye, wan bi vê yekê re bêyî ku made û semîneran kêm bikin, dema salên xwendinê kêm kir. Li şûna ku xwendekar 10 werzên xwendina endizyariya petrolê li zanîngehên cîhanê (ku her yek 4 meh in) di 5 salan bixwîne de bixwîne, ew ê 10 werzan di 3 sal û 4 mehan de bidawî bike. Dr.İbrahîm da zanîn ku wan ji bo gelek sedeman ev pêk anî û yek ji wan wiha rave kir: “Li Rojava ku nû tê avakirin û statuya xwe diyar dike, pêdiviyek lezgîn a bi kadroyên ekademîk û pispor heye. Lewra jî divê ku xwendekarên vê zanîngehê di demek kurt bên gihandin, da ku ji bo avakirina civaka xwe bixebitin.” 

Dr. İbrahîm car din teqez kir ku bi vê gavê re wan tenê werzên salê zêde kirin û dema bêhinvedana havînê rakirin. Ango sîstema ekademîk û madeyên wê de tu kêmkirin çênekirin.

 Fakulteyên dewlemend

Di nav van fakulteyan de gelek datayên ku dê di nav sala xwendinê de bên dîtin hene. di nav mamosteyan de navên navdar ên ku di zanîngehên Sûriyeyê de perwerde dane jî hene. her wiha her fakulteyek xwedî taybetmendî û dewlemendiyek bi rengê xwe ye. 


QAMIŞLO