Panela ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dixwest li zanîngeha Leibniz a bajarê Elmanyayê Hannoverê li dar bixe, bi îdîaya li dijî destûra bingehîn e, hat betalkirin. Kesên ku ji bo beşdarî panelê bibin jî bi rêya polêsên rêveberiya zanîngehê vexwendî hatin tehdîtkirin. Lê ji sosretan a sosirmet ew bû ku rektorê zanîngehê, dema ji xwendekaran re  behsa sedemên astengkirinê kir, got, wezareta karê hundir a federal ji wan re nivîsek şandiye ku li çapemenî û raya giştî nayê eşkerekirin û di wê nivîsê de ku rektor bixwe dişibîne giştînameyekê, hatiye gotin, Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK divê yek bên hesabê. YXK´a Hannoverê bi daxuyaniyeke nivîskî ev helwêsta rêveberiya zanîngehê protesto kir û got, "Em ji ya xwe neyên xwarê, li dijî qedexekirina PKK´ê û azadiya Ocalan bêhtir çalak bin."  


Rektorê gotinên eletewş

Tişta di bûyerê de herî ecêb ne ew e ku rektor û rêveberiya zanîngehê yekser mudaxilî çalakiyeke ku di nava azadiya xwendekar û ramanê de weke mafê demokratîk bê dîtin, lê ew e ku li dijî xwendekarên zanîngehê polês tê vexwendin û rektor, weke ku haya wî ji bayê felekê û azadiyên sereke yên welatiyan û xweseriya akademiyê nebe, behsa nivîseke wezareta karê hundir a li ber xwe dike. Dema rektor dibêje, ji ber ku panela li ser Konfederalîzma Demokratîk elaqedarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û di nivîsa ku wezareta karê hundir a federal ji wan re şandî de Ocalan û PKK weke hev tên nirxandin.

Rektor Volker Epping bi xwe tê cihê ku panel divê lê pêk bê û bi devê xwe van gotinên eletewş dike. Di daxuyaniya nivîskî ya wî li wir xwendî de wî Ocalan weke ku li Elmanya hatibe dadgehkirin û terorîst be bi nav kir. 

YXK di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku ev helwêsta rêveberiya zanîngehê ji berê de heye, û berê jî destûra dana dersên Kurdî nedaye. 



 NAVENDA NÛÇEYAN