DEVRÎM AMED/ANF/SERÊKANIYÊ

Li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê,  yekemîn Akademiya Tibê vebû. Ev akademî wê di mijara tenduristiya civakê de bixebite. Doktor Hamît Tekîn ê li Akademiya Tibê ya Mezopotamyayê wezîfedar e, diyar kir ku li akademiyê wê hem perwerdeyên pratîkî hem jî yên teorîk bên dayin û got, "Em dixwazin, agahiya li ser tenduristiyê ku ji civakê hatiye dizîn, bidin civakê."

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, Akademiya Tibê ya Mezopotamyayê vebû. Ji bo li Akademiya Tibê ya Mezopotamyayê perwerdeyê bibînin, ji her sê kantonan gelek serlêdan tên kirin.

Doktor Tekîn diyar kir ku Akademiya Tibê ya Mezopotamyayê yekem car e li Rojava vedibe û got, "Akademiya tenduristiyê li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê karekî nû ye. Li Akademiya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê em dixwazin ewilî hemşîreyan perwerde bikin. Piştî perwerdeyên hemşîreyan, wê 3 salan perwerdeya tibê ya ji bo şeş mehan bê destpêkirin. Akademiya Tibê wê bernameya xwe ya dersan hê berfirehtir bike û giraniyê bide perwerdeya teorî û pratîkê."


Giraniyê didin dersên pratîkê

Tekîn da zanîn ku ew ê xwendekarên li akademiyê li du waran perwerde bikin û wiha pê de çû: "Em xwendekarên akademiyê li du beşan perwerde dikin. Ya yekemîn, teşxîskirin û tedawîkirina nexweşiyê ye. Lê armanca me ya bingehîn ew e ku tiştên rê li ber nexweşiyan vedikin, em ji holê rakin. Ji bo vê jî jiholêrakirina qirêjkirina hawirdorê, xwarina bi rêbazeke rast û psîkolojiya mirovan, me weke karê sereke danîne pêşiya xwe. Di vî warî de em ê perwerdeyeke bi du alî pêk bînin. Di sîstema xwe ya perwerdeyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke li nava civakê, em ê bi komunên gund û taxan re bikevin hava lêgerîna li çareseriyê. Em ê hewl bidin pirsgirêkan ji çavkaniya wan çareser bikin."


Li Kobanê karekî berfireh

Doktor Tekîn anî ziman ku di vî warî de karê herî berfireh ê tenduristiyê li Kobanê hatiye birêxistinkirin û wiha pê de çû: "Tevî nexweşxaneya me ya li Kobanê, her wiha Nexweşxaneya Jidayikbûnê û Jinan û Nexweşxaneya Zarokan li Kobanê hene. Ji ber ku li van nexweşxaneyan personel kêm in, me ewilî dest bi perwerdekirina hemşîreyan kir. Hevalên me yên li Nexweşxaneya li Kobanê kar dikin, li eniya şer xizmeta tenduristiyê ji şervanên YPG û YPJ'ê re dikin. Yên di vê dewreyê de perwerdeyê dibînin wê hem li eniyê ji birîndaran re bibin alîkar, hem jî di servîsên pêwîst ên nexweşxaneyê de cih bigirin. Bi van dewreyên perwerdeyê re em dikarin hevalên ku karibin li hemû beşan bixebitin amade bikin."


Pergaleke ji yên din cihê

Tekîn da zanîn, ku di amadekirina bernameya perwerdeyê de wan li tecrûbeyên gelek welatan koloiyaye û anî ziman, ku ew sîstemên tenduristiyê yên li Kuba, Venezûela, Çîn û Rûsyayê mînak digirin. Tekîn got, "Em ê bi modela ku di encama vê lêkolînê de hate amadekirin, perwerdeyê bidin. Yekane cudahiya sîstema me ya perwerdeyê, rakirina sîstema ezmûnê ye."