Di daxuyaniyê de hate diyarkirin k udi 11’ê sibatê de herêma Zapê sê caran û Xakûrkê jî carek hatine bombebarankirin.Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê ev agahî da: “Di 11’ê Sibatê de di navbera demjimêr 19.00-23.00’an de li dijî gundê Sernê, Ditaza, Nêrweh, Zêvê, Sarkê û Bîmê, girên Şikefta Brîndara, Angola, Ferhat û Marya ku bi ser herêma Zapê ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.
Di 11 Sibatê de di navbera demjimêr 15.00-17.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Feqîra, Girê Şehîd Mazlûm, Quntarê Girê Angola û derdora gundê Bêtkarê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hate bombekirin.
Di 11’ê Sibatê de di navbera demjimêr 21.30- 22.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Reş, Gundê Bermîzê û herêma Kanîreş ên bi ser Xakurkê ve ne hatin bombebaran kirin.
Di 11’ê Sibatê de ji demjimêr 19.00’an û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Sernê, Ditaza, Nêrweh, Zêvê, Sarkê û Bîmê, girên Şikefta Brîndara, Angola, Ferhat û Marya ku bi ser herêma Zapê ve ne ji aliyê artêşa dagirker bi hewan, obus û tankan hate bombekirin.”
ANF/BEHDÎNAN