Dagirkerên Tirk di mijareya parçekirin û bi wî awayî bi xwe ve girêdanê de gelek hosta û xiniz in. Mirov li ser qada navenda Asyayê, li Ewropê û vê dema dawiyê jî di lîstikên li ser Suriyê de vê bi zelalî dibîne.
Metoda wan ya herî bingehîn ev e. Berê di nava gelên bindest de bingehê her awa cudaxwazî û parçekirinê diafirîne. Bi giranî jî vê bi angaşt û bîrdozên sexte, li ser bingehê derewên bi navê zanyariyê pêktînin. Wek mînak: Horasan wek welatê Tirkan, turkmenan (tuirkmananend =devşîrme; ji sedî nodê Tirkmenan îraniyên rojhilat, ango zoxdî nin) jî wek esilturk nîşandayîn, elewitiyê li ser Horasanê re bi şamanizma yakutan ve girêdan; mijara wek gelên cûda nîşandayîna boşnak û pomakan (bê Tirkan tu kes wan wek gelê cûda nanasin, ji bo wan tenê warê olî derdixin pêş)
Karektereke dagirkerên Tirk ya teybetî jî ev e: Ew tim xwe wekî fermandar, padîşah û heşa xwedayên bikane di derheqê mirov û gelan de biryar bidin, ji wan re berdevkiyê bike, dibînin. Lema di gelek waran de ji zanyarî û bala cihanê jî şerm nakin.
Bi devê wezîrekî xwe mijareya zaravayên Kurdî wek bingehê gelên cuda nîşandayîn jî, li ser van bingehan hatiye amadekirin. Nêzîka sedsalî Kurd hatin înkarkirin, tenê di nava angaştên wan ên (teoriya rojê ya ziman û dîrokê) eşîrê Tirkan ye bi navê kurmanc û zaza hebûn. Li aliyê din makîneya bişaftinê bê navber bi weşa tirîjên ronahiyê, lê li ser virên ji gerdûnê der hate meşandinê. Cudahiyên devok û zaravayan, eşîr û malbatên Kurdî di nava vê cendera bişaftinê de wekî avlêkirin û macûnê mejî cemidandinê hate bikaranînê.
Mijareya baweriyê jî wek çeperekî di navbera malbat, eşîr, bawerî û zaravayan de bi awayê xinçerekê bêkêr hate çikandin. Êdî mejiyên wisa dane afirandinê ku sosret û şarlatanên wek M. Metîner, kemalîst, fetoist û nizanim çiîstan derketin pêş. Lewma wezîrê wan ê perwerda netewî (ev nav bi xwe navek nijadperestiye) bêtirs bê ku destûrê ji gelê me bistîne, li navenda çavê me dinêre, me wekî du gelên cûda lanse dike û ji me dixwaze ku em vê fermana wî beglerbeyî bipejirînin!
Ev diyardeya zaravayan ne bi angaştek û du angaştan dikene bibe du zimanê cûda, ne jî dikane bibe zimaneke yekgirtî. Di pêkhatina her zimanî de kêşeya zaravayan hene. Heta zaravayên hin zimanan ewqas ji hev dûr in ku mirovan di nava matmayinê de dihêle. Wek mînak li Almanyayê ku zimanê almanî yê nivisandinê nebe, firîsî û bayerî tu car nikanin hev tê bigihîjin. Ev her du zarava bi qasî Kurdî û hîndî ji hev dûr in. Lê ji tirsa serkariya alman tu kes û zanyar cesaret nake ku angaşteke; ev her du zarava du zimanê cûdane derxe pêş.
Bi kurtî mijareya zaravayan mijareya zanyariya di warê fonetîk, morfolojî, sîntaks, guherînên dîrokî, bingehên erdnîgarî û hê gelek aliyê din in. Jiwê ev ne karê wezîrekê ku bi armanca parçekirina gelê me vê çeka bêkêr bikartîne ye. Li aliyê din tenê biryara gelê me yê bi wan zaravayan dipeyive dikane were pejirandin.
Divê mirov vê jî bibêje, serkariya Tirk gelek armancên xwe, peyv û biwêjên ji bo parçekirina me afirandine, mixabin ku piraniya van têgînan bi me dane pejirandin, êdî ne ew em wan şanenavan layîqê xwe dibînin. Wek mînak peyva „Zaza“ Ev peyv di encama hemû lêkolînan de bi taybetî jî lêkolînên kesên bi kirdkî (kirmanc, dimilî) dipeyivin de gelek bi zelalî derdikeve holê ku bikaranîneke Tirkan e. Mirov li ba Evliya Çelebî(tenê wek navê eşîrekî dide), Kaygusuz Abdal, Înonu, Abdullah Alpdogan, Ataturk û hwd. dibîne. Bi taybetî jî li ba mirîtiya Tirk ya li Palo yê didît û di nava eleziziyên xwe Tirk dihesibîne de hê zêdetir tê bikaranîn. Tu pîr û kalekî Dêrsimê û Vartoyê vî peyvê napejirîne. Gelê me yê li bakurê çemê Muradê bigiranî ji xwe re „dimilî“ yên başûrê çemê Murdê jî peyva „Kird“ bikar tînin ku ji kurmancan re jî „Kirdaskî“ dibêjin.
Di berhema min ya bi navê „Kurdizan“ de bi hin kêmasiyan jî dagirtî be, di vî warî de bersiveke têr heye. Rastiya zaravayan bê şirove û armanceke fêlxirab rastiyê li ber çavan radixîne. Bi dîtina min ev axaftina wî camêrî jî nisubetiyekî bû, carna hin nisûbetî dikanin rêya rastiyan û çavên girtî jî veke. Bi vê bewariyê, hêvî dikim ku êdî her kes berê xwe bide rastiyê. Bi taybetî jî di warê zaravayan de neyên lîstikê.
Zaravayên Kurdî û kolonizator
Gelên ku di nav û giyana wan de hestên dewletbûn û kolonizatorî rûniştibe(wek Tirkan), bi awayekî bi plan û programên demdirêj û bi rik nêzîkê mijare û diyardeyan dibin. Lê gelên ku wekî me Kurdan demeke dirêj di nava jiyana koçeriyeke eşîrî de jiyabin jî, bi rojane difikirin, ji parçebûnê û dekûdolabên dagirkeran re her dem vekirîne.