Kovara Zarema biryar daye ku êdî weşana xwe li ser înternetê bidomîne. Têkildarî mijarê edîtora kovarê Fahriye Adsoy diyar dike ku ji ber kêm elaqeya ji bo Kurdî û xemsariya siyaseta Kurd a li bakurê Kurdistanê ew neçar mane ku çapkirina kovarê rawestînin.
Kovara Zarema ku 4 sal bûn li bakurê Kurdistanê ji 4 mehan carekê dihat weşandin, biryar da ku êdî neyê çapkirin û weşana xwe li ser înternetê bidomîne. Kovara Zarema kovareke fikrî ye ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dihat weşandin. Kovar herî dawî keys li çapa hejmara xwe ya 13’an anîbû.
Xwe xemsar nekin
Edîtora kovarê Fahriye Adsoy ji ber helwêsta siyasetmedarên Kurd a li hemberî zimanê Kurdî rexne li siyasetmedarên Kurd kir. Adsoy ji siyasetmedarên ku xwest ku zimanê Kurdî paşguh nekin û ji bo bipêşxistin, xwendin û axaftina bi Kurdî tiştê ku ji destê wan bê bikin û xwedî li berhemên wêjeya zimanê Kurdî derkevin.
Rojane wê aktîf be
Her wiha Adsoy li ser weşana kovarê ya li ser înternetê dest nîşan kir ku dê bi awayekî rojane weşana xwe bidomînin û gotarên fikrî li ser malpera xwe biweşînin. Adsoy herî dawî da zanîn ku dê wekî berê weşana xwe bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî bidomînin.
AMED