Folklora Me: Xebata me zibare ye û me pişt daye pişta hev. Zargotin di folklorê de beşa herî girîng e. Beşa sereke zargotin e. Zargotina Kurdan bêhed û bêhesab e. Yanî mirov dikare bibêje, zargotina Kurdan derya ye. Ev derya ji me re pişt e, me xurt dike.
BILAL GULDEM / MA / AMED
Kovara “Folklora Me” ya ku folklora Kurdan digîhîne ber destê xwîneran, roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê, Eşref Keydanî got, ji bo folklora Kurdan neyê jibîrkirin, ew vê kovarê diweşînin.
Folklora Me bû kovareke din a li weşangeriya Kurdî zêde bûyî. Weqfa Mezopotamyayê kovarê derdxe. “Folklora Me” xwerû li ser kar û barê folklora Kurdan hatiye amadekirin. Kovara bi dirûşma “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” ku roja Newrozê dest bi weşana xwe kir, cih dide hemû mijarên folklorê.
Ev qederê 6 mehan bû ku amadekariyên derxistina kovarê dihatin kirin. Desteya weşanê ji 6 kesan pêk tê û Prof. Dr. Celîlê Celîl ku nivîskar û dîroknasekî navdar e jî di desteya wêşanê de cih digire.
Kovar sê mehan carekê dê bi hejmareke nû li pêşberî xwîneran be. Hejmara biharê roja Newrozê ji xwîneran got “Çaxê we bi xêr” û li ser dezgehên pirtûkfiroşan cihê xwe girt. Her meha destpêkê ya demsalekê, hejmareke nû derkeve.
Edîtorê kovarê Eşref Keydanî li ser armanc û polîtîkaya weşana derxistina “Folklora Me” axivî.
Folklor madî û manewî ye
Keydanî di destpêkê de bal kişand ser girîngî û pênaseya folklorê û got, “Insan ji roja bi hev re dijîn heta niha, insan her kêliya dijî tiştan diafirîne. Taybetmendiya insên ew e ku nifşek zanîn, cerebeyên xwe û serpêhatiyan dikare veguhezîne, bide nifşekî din. Dema van vediguhezîne zanîneke din çêdibe. Û ev bi demê re bi hezarên salan hêdî hêdî zanînekê dide peydekirin. Çandeke madî û manewî çêdibe. Çanda madî û manevî wek folklor tê pênasekirin.”
Keydanî madî û manewiyata folklorê jî wiha dinirxîne: “Mesela, cûreyek xwarinek tiştekî madî ye. Mesela tiştên wê yên aliyê manewî jî hene. Mesela, em di şînê de nakenin, em rûdinên bi hev re xemgîn dibin. Ev jî tiştekî manewî ye. Xebatên folklorê ji tiştên manewî û madî pêk tê.”
Berhevkarî yek ji esasan e
Keydanî behsa birêvebirina xebata folklorê jî kir û got: “Em bi du awayan xebatê dikin; yek berhevkariya ji meydanê ye, em ê vê çanda madî û manewî ji meydanê berhev bikin û em dibêjin, belkî hin tiştên winda nebûne, wan derxin bila winda nebin. A didoyan jî em ê li ser van mijaran lêkolîn, analîz û deşîfre bikin. Xebat wê bi vî awayî bin. Em ji meydanê gotinên pêşiyan, çîrok, efsane, destan, stran, çîrokên biwêjan, serpêhatî, dua, nifir, navên gundan, kaniyan, deştan, zozanan, mesîlan, newalan û gellek tiştên din, ev hemû ji meydanê tên berhevkirin. Navê insanî ku li heywanan dikin. Navê zarokan, li hevanînokên ku em bibêjin, li ser evînê tê gotin.”
Ne tenê zargotin e
Keydanî bal kişand ser beşên folklorê jî û got, “Di hundirê kovarê de ne edebiyata nivîskar, lê edebiyata gel yanî zargotin heye. Folklor ji beşên mîna muzîk, zargotin, xwarin û vexwarin, cil û berg, adet û tore, rîtuelên me yanî ev hemû beşên folklorê ne. Heta ku ji me te, em van berhev dikin û analîz dikin.”
Keydanî da zanîn ku Prof. Dr. Celîlê Celîl ji ber ku bi salan e xebatên folklorê dike, bandora wî li ser xebata wan çêbûye û got, “Moral û hêz da me ku em di demeke kin de vê kovarê derxin.”
Keydanî anî ziman ku di meydana folklorê de pêwîstî bi kovareke bi vî rengî hebû û wiha dewam kir: “Bi rastî jî weke ku mamoste Celîlê Celîl gotiye, ‘dem dijminê folklorê ye.’ Her kêliyek ku diçe dinya globe dibe. Her roja ku diçe teknolojî mirovan ji çand, folklor, nasname û hebûna wan dûr dixe. Em jî wek bereksên vê, dibêjin, tu bi globekirinê nikarî mirovan bextewar bikî.”
Ji bo neyê jibîrkirin
Keydanî bi bîr xist ku heta niha bi hezaran tiştên folklora Kurdan hatine jibîrkirin û got, “Ji bo ku folklora me bêhtir ji ser rûyê erdê neyê windakirin, em dixebitin û dixwazin li pêşiya vê tinekirina folklorê bibin asteng. Derdê me tenê ne ew e ku em li bakurê Kurdistanê nivîsên der barê folklorê de biweşînin. Derdê me temamê dinyayê ye ku em folklora Kurdan biweşînin. Li her cihê ku Kurd lê dijîn, folklor heye. Niyeta kovarê ew e ku xwe bigîhîne folklora Kurdan a li her devera Kurd lê hene.”
Keydanî diyar kir ku ew xebateke kolektîf birêve dibin û wiha peyivî: “Xebata me zibare ye û me pişt daye pişta hev. Zargotin di folklorê de beşa herî girîng e. Beşa sereke zargotin e. Zargotina Kurdan bêhed û bêhesab e. Yanî mirov dikare bibêje, zargotina Kurdan derya ye. Ev derya ji me re pişt e, me xurt dike. Ji ber ku folklora me ye yanî folklora Kurd e, me navê kovarê kir Folklora Me.”