Atolyeya zarokan a bi navê Bisiklêt di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike.
Piştî ku Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin hat girtin, hunermendên Kurd li Galeryaya navçeya Yenîşehîrê ji xwe re navenda Şanoya Bajarê Amedê vekirin û xebatên xwe yên hunerî berdewam kirin. Şanoya Bajarê Amedê ji bo piştgîriyê bidin zarokên Sûrê, dest bi atoyayê kirin. Xebatên Atolyeya bi navê Bisiklêt berî çend mehan hatibû destpêkirin. Xebatên atolyeyê niha li Galeriya û li Sûrê ev 6 rojin ji bo zarokan di meriyetê de ne.
Bi hevkariya Şanoya Bajêr
Xebatkara atolyeya zarokan a Şanoya Îzmîrê Mehtap Alîşana ji ber bandora şer û hilweşandina li Sûrê ya li ser zarokan di meha Remezanê de bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê atolyeyeke 5 rojan organîze kiribû. Atolyeya ku Mehtap Alîşan jî di nav de ji 4 jinan pêk.
Li Sûrê jî dixebitin
Atolyeya Bisiklêtê bi beşên wek sînema, orff, çîrok, madeyên bermahî, piştgiriya derûnî û çêkirina peykeran, tê pêşberî zarokan. Atolye di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Zarok her roj seat di nav bera 10.00 û 13.00’an de berên xwe didin Şanoya Bajarê Amedê ku li Galeriyayê ye. Xebatkarên atolyeyê saet ji 13.00’an û şûnda jî li Sûrê bi zarokan re atolyeya xwe çêdikin. Atolye bi tevlîbûna 45 zarokan bi rê ve diçe.
Hat diyarkirin ku atolye wê heya 5’ê Tebaxê bidome.
ŞÛJIN/AMED