Parlementera BDP’ê ya Îdîrê û Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan bi daxwaza Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bibersivîne, pêşniyarpirsek têkildarê hejmara girtiyên siyasî de pêşkêş kir. Li gorî agahiyên Wezîrê Ergîn dane, hejmara kesên ku doz li wana hatiye vekirin û hatine mehkûmkirin, pir zêde bûye.
Bi taybet ji ber oprasyona di sala 2009 de di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta legal a Kurdan hate destpêkirin, hejmara hemkûmên siyasî pir zêde bûne. Li gorî vê: di 2005 de doz li 14 hezar 35 zilam û 2 hezar 205 jin hatiye vekirin, di 2006 de 20 hezar 308 zilam, 2 hezar 511 jin, di 2007 de 25 hezar 671 zilam û 3 hezar 684 jin, di 2008 de 26 hezar zilam û 3 hezar 941 jin, di 2009 de 47 hezar 693 zilam û 5 hezar 593 jin, di 2010 de jî doz li 56 hezar 237 zilam û 6 hezar 880 jinan hatiye vekirin.
Di 2005 de der barê 2 hezar 314 zilam û 412 jinan de biryara mekûmyetê hatiye dayîn. Salên din jî wiha ne: sala 2006 3 hezar 355 zilam û 374 jin, di 2007 de 5 hezar 284 zilam û 647 jin, di 2008 de 5 hezar 423 zilam û 649 jin, di 2009 de 8 hezar 299 zilam û 912 jin, di 2010 de jî 8 hezar 686 zilam û hezar 206 jin.

Ji sedî hezar zêde bû 

Li gorî agahiyên Wezîrê Ergîn dane, tişta herî balkêş jî rewşa zarokên ji doza siyasî hatine girtin in. Di navbera salên 2005-2010 hejmara zarokên ji dozên siyasî hatin girtin ji sedî hezar zêde bûye. Piraniya zarokan bi hincetên “kevir avêtine polîsan” û “beşdarî xwepêşandanan bûne” hatine mehkûmkirin.
Di sala 2005 de ji ber dozên siyasî 78 zarok bereat bûn. Di sala 2005 de 15 zarok ji dozên siyasî mehkûm bûn û salên din jî wiha ne: di 2006 de 14 mehkûmyet 67 bereat, di 2007 de 47 mehkûmyet 97 bereat, di 2008 de 36 mehkûmyet, 122 bereat, di 2009 de hezar 105 mehkûmyet 1144 bereat, di 2010 de 1023 mehkûmyet û 857 bereat.
Balkêş bû ku Wezîr Ergîn rêjeya salên 2011-2012 di bersiva ku daye de aşkere nekir.

ANF/ENQERE