Çiroknûs Benûşe Elewîferd ji Kurdên Xorasanê ye. Li Îranê dijî û xebatên wê yên li ser edebiyata zarokan li wê derê didomîne. Bi navê Çîrokên Kundirîkê du pirtûkên wê hene. Pirtûka wê ya duyemîn ya bi navê Çîrokên Kundirîkê-2 ji hêla dîtbariyê ve gelek girîng e. Wêne û karakterên vê pirtûkê ji bûkên hevîrî hatine çêkirin. Pirtûka ‘Çîrokên Kundirîkê- 2’ xelata neteweyî ya Mîhrîcana Şêx Behayî ya li Îranê wergirtiye. Hêjayî gotinêye ku Mîhrîcana Şêx Behayî, yek ji sê mîhrîcanên herî mezin ên Îranê ye.

Di pirtûkê de 5 çîrok hene. Wêne û karekterên vê pirtûkê ji bûkên hevîrî hatine çêkirin. Pirtûka ‘Çîrokên Kundirîkê-2’ xelata neteweyî ya Şêx Behayî, li Îranê wergirtiye. Her wiha du xelatên çîrokan li Xorasanê jî wergirtiye. Pirtûk ji 12 rûpelan pêk tê. Ev pirtûk ji weşanên Morî derçûye û kesên dixwazin bigihîjin van çîrokan dikarin ji vê weşanxanê peyda bikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN